09:15 28 Adar 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlinê ji bo îdiayên guhdarîkirinê daxuyaniyek da

    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 721

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov derbarê îdiayên ku li telefonên Serokê DYAyê Donald Trump û navên nêzîkî wî hatiye guhdarîkirin de daxuyaniyek da. Peskovî got, ne dilê Rûsyayê heye û ne jî niyeta wê heye ku bi rûdanên li DYAyê diqewimin ve were girêdan.

    Peskovî wiha got: Qet çênabe ku em kêşeyên navxweyî yên DYAyê ve werin girêdan. Jixwe ne dilê me û ne jî niyeta me heye ku em bi mijarên ve werin girêdan."

    "ÎDIAYA GUHDARÎKIRINÊ LI DYAYÊ"

    Trump roja yekşemê ji hesabê xwe yê Twitrerê serokê DYAyê yê berê Barack Obama tawanbar kiribû ku lê guhdarî kiriye. Trump gotibû, "Kembaxî ye! Ez hîn bûm ku  Obama  berî serkeftina min li Trump Towerê guhdarî kiribû. Ti tişt bi dest nexistibû. Em McCarthyîtî ye," lê ti delîl ji bo wan îdiayên xwe pêşkêş nekiribû.

    "QESRA SPÎ VEKOLÎN XWEST"

    Qesra Spî ji Kongreyê dixwaze ku vekole bê birêveberiya Obama karbidestiyên xwe bi xerabî bi kar anîne yan na. Komîteyên istixbaratê yên Meclisa Nnerên DYAyê û Senatoya wê niha vedikole bê Rûsyayê destwerdan di hilbijartinên DYAyê kiriye yan na.

     

    Bi heman mijarî:

    Kremlinê ji bo planên DYAyê ên 'Kirim', 'Donbass' û 'mueyideyan' daxuyanî da
    Kremlinê rexne li Amerîkayê girtin
    Şîroveya Kremlinê derbarê gengeşeya bidarvekirinê de
    Kremlin: Em wek Trump nafikirin ku Îran welatekî terorîst e
    Kremlin: Dibe Pûtîn û Trump sibe bi telefonê biaxivin
    Kremlin: Pêvajoya Helebê bi axiftina Pûtîn û Erdogan ve girêdayî ye
    Kremlin: Me gotinên Trump bihîstin, em êdî li hêviya kiryaran in
    Etîketan:
    îdiayên guhdarîkirinê, Donald Trump, Barack Obama, Dmitriy Peskov, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de