16:34 25 Hezîran 2018
Milîtanên DAIŞê li Hesekê

Ji Rûsyayê li ser daxwaza Erdogan a hevkariya dijî DAIŞê daxuyanî

© AFP 2018 / HO / ALBARAKA NEWS
Rûsya
Lînkê kurt
0 42

Cîgirê Serokê Komîteya Parastinê ya Dumayê Andrey Krasov ragihand ku dê Moskow daxwaza Tirkiyê ya hevkariya têkoşîna dijî terorê bi Rûsyayê re erênî pêşwazî bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, heger pêşniyarek ji Rûsyayê were, ew amade ne ligel Rûsyayê li dijî DAIŞê têkoşînê bidin.

Krasov li ser mijarê ji Spûtnîkê re got, ‘Ez difikirim ku dê hikûmeta me vê sînyala hevkariya Tirkiye û Rûsyayê di têkoşîna dijî terorê de, bi erênî pêşwazî bike.'

Krasov bal kişand ser kordînasyona heyî ya Rusya û Tirkiyê ya li dijî terorê û wiha axivî: "Me di warê têkoşîna dijî terorê de rêyeke hevbeş bipêş xist. Ji bo li ser mijarên din jî bi berfirehî were rawestîn dibe ku pêwîstî bi civîna serokên me hebe."

Bi heman mijarî:

'Hêzeke din a Pêşmergeyên Roj gihîşt sînorê Rojava'
Li 4 bajarên Tirkiyê 20 kes ji DAIŞê hatin binçavkirin
Kalin: Biryara Almanyayê skandal e
Misrê rexne li biryara vetokirî ya NYyê girt
YE: Peymana koçberan ya bi Tirkiyeyê re encam dide
Bereya Tirkmen: Şandina hêza YNKê ser bîrên petrolê ne yasayî ye
Tirkiyê bangî balyozê Almanî kir
15.500 penaberên li Îtalya û Yewnanîstanê li YEyê hatin dabeşkirin
Etîketan:
Ji Rûsyayê li ser daxwaza Erdogan a hevkariya dijî DAIŞê daxuyanî, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de