09:37 23 Hezîran 2018
Palmîra

Şoygu brîfîng da Pûtîn: Operasyona rizgarkirina Palmîrayê bi dawî bû

© Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
Rûsya
Lînkê kurt
0 50

Wezîrê Parastinê yê DYAyê Sergey Şoygu, di bîrîfînga xwe ya ku da Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de daxuyand ku operasyona rizgarkirina Palmîrayê ya ku bi alîkariya Rûsyayê ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve dihate birêvebirin, bi dawî bû.

Li gorî agahiyên Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, Şoygu derbarê operasyona rizgarkirina Palmîrayê ya ku bi alîkariya Hêzên Hewayî û Fezayê ya Rûsyayê ve hate kirin, brîfîng daye Pûtîn û diyar kiriye ku operasyon bi dawî bûye.

Artêşa Sûriyeyê û hêzên milis ên hevkar, duh bajarê kevnare ya Palmîrayê ji destê DAIŞê rizgar kiribûn.

Hêjayî gotinêye ku Palmîra ya ku di Gulana sala 2015an de ji aliyê DAIŞê ve hatibû bidestxistin, di Adara sala 2016an de ji aliyê Artêşa Sûriyeyê bi alikariya Hêzên Hewayî yên Rûsyayê ve hate rizgarkirin. Lê DAIŞ di Berfanbara 2016an de dîsa kete nava bajêr.

Bi heman mijarî:

Dîmenên Keleha Palmîrayê ku hatiye rizgarkirin hatin belavkirin
Artêşa Sûriyeyê kontrola xeçerêyekê nêzî Palmîrayê bi dest xist
Artêşa Sûriyeyê qada xazê ya li nêzî Palmîrayê kontrol kir
Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Palmîrayê bi pêş ve diçe
Etîketan:
agahiya derbarê operasyonê de, rizgarkirina palmîrayê ya ji daişê, palmîra
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de