05:01 20 Sibat 2018
Zindî
    Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

    Kremlîn li ser îdiayên hevdîtana Kislyak-Sessions daxuyaniyek da

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, daxuyand ku ti agahiya wî derbarê îdiayên ku Wezîrê Dadê yê DYAyê Jeff Sessions û Balyozê Rûsyayê yê li DYayê Sergey Kislyak ya beriya hilbijartina serokatiyê hevdîtin kirine, tune ye.

    Derbarê îdiayên ku li ser medyaya DYAyê hatine balavkirin de Peskov wiha axivî: Haya min ji hevdîtinan nîne. Ez nizanim bê hevdîtin pêk hatiye an na. Ger pêk hatibe jî li ser çi mijarê hatiye axaftin, nizanim.'

    Peskov bi bîr xist û got divê balyoz heta ji wan hat bi rayedarn hikumetê re hevdîtinan pêk bînin lewra ev yek wezîfa wan e û wiha pê de çû: ‘Balyozek çi qas hevdîtinan pêk bîne, ew qas serkeftî û aktif e. Balyozê Rûsyayê yê li DYAyê jî bi rayedaran re gelek hevdîtinan pêk tîne û ev rewşeke normal e.'

    Li gorî îdiayên ku li ser medyaya DYAyê hatine belavkirin, Sessions di dema kampanyaya hilbijartina serokatiyê ya DYAyê de bi Kislyak re 2 hevdîtin pêk aniye û ji ber vê yekê ji Sessionshatibû xwestin ku ew dev ji kar berde.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Ne raste ku me gotiye bila nûçeyên Trump hindik bên çêkirin
    Kremlîn: Navlêkirina Giravên Kurîlê mafê me yê desthilatdariyê ye
    Kremlîn: Pûtîn û Trump li ser hevkariya têkoşîna dijî terorîzmê li hev kirin
    Kremlîn, ji ber daxuyaniya 'herêma ewle' Trump hişyar kir
    Etîketan:
    hevdîtinên rayedaran, Dmîtriy Peskov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de