19:20 21 Hezîran 2018
Mariya Zaxarova

Wezareta Karên Derve ya Rûsî: Komîteya Mizakereyan a Bilind pêvajoyê sabote dike

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 31

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapemeniyê ya heftane li dar dixe.

Zaxarovayê bal kişand ser hevdîtinên Sûriye yên li bajarê Ceneve yê Swîsreyê berdewam dikin û Komîteya Mizakere ya Bilind (HNC) ya ku him komên mixalîf ên siyasî him jî yên çekdarî di xwe de dihewîne, bi sabotekirina hevdîtinan tawanbar kir. Zaxarovayê got, "HNCya bi piştgiriya Riyadê, hevkariya bi awayê wekheviya her komê ya bi komên Moskow û Qahîreyê re red kir û pêvajoya diyalogê bi awayekî fiîlî sabote dike." Zaxarovayê diyar kir ji ber vê sedemê ku HNC bi me dide lêpirsîn ku gelo bi wan mizakere dibe an na.

‘NÛÇEYA KU DIBÊJE RÛSYAYÊ JI BO TALÎBAN KAMP AVA KIRIYE BI GOTINA HERÎ SIVIK FANTEZÎ NE'

Zaxarovayê her wiha ji bo nûçeyên dibêjin Rûsyayê li Efxanistanê ji bo milîtanên Talîbanê kampeke perwerdehiyê ava kiriye got, "Ev nûçe bi gotina herî sivik ez dikarim wek fantezi bi nav bikim."

‘HEWLWESTA RÛSYA YA JI BO QEREBAXA ÇIYAYÎ NEGUHERIYE'

Ji aliyê Zaxarovayê li ser pirsa di derbarê daxuyanî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan a kut ê digot, ‘Divê em helwesta dagirker a Ermenistanê (ya li Qerebaxa Çiyayî) di her civîna navdewletî de bînin ziman' de got, "Helwesta Rûsya ya di mijara Qerebaxa Çiyayî de neguheriye."

‘TIŞTÊN KU DI ÇAPEMENIYA AMERÎKAYÊ DE DIQEWIMIN, NÎŞANEYEKE VANDALÎZMÊ YE'

Di navberê de Zaxarovayê nûçeyên çapemeniya Amerîkayê yên ku tê de dihat gotin Wezîrê Dadê yê Amerîkayê Jeff Sessions di dema kampanyaya hilbijartin a welatê xwe de bi Balyozê Rûsya yê li Washingtonê Sergey Kislyak re du caran hevdîtin pêk aniye û ev hevdîtin veşartine, wek ‘şermdê' bi nav kirin.

Zaxarovayê diyar kir ku armanca van nûçeyan ew e ku rayagiştî ber bi şaşitiyê ve ber alî bikinû wiha berdewam kir: "Tiştên di çapemeniya Amerîkayê de diqewimin, nîşaneyeke vandalîzmaya medyayê ye. Ev nûçe beriya her tiştî bi tevahî dezenformasyon in."

'LI DIJÎ SPUTNIKÊ DORPÊÇKIRINA AGAHIYÊ TÊ SEPANDIN'

Zaxarova bal kişand ser ajansa LETA ya Letonyayê û şîrketa nûçeyan BNS ya Estonyayê, ku bêyî daxuyaniyê bidin hevkariya Sputnikê ya li gel serwîsên herêmî yên wan welatan rawestandibûn, LETA û BNS li dijî Sputnikê bi dorpêçkirina agahiyê sûcdar kirin. Zaxarova got, "Bi biryarên bêyî hinceta hiqûqî û aborî, li welatên Baltikê polîtîkaya cudaxwaziyê ya li hemberî saziyên me yên çapemeniyê careke din pêk hat."

Zaxarovayê piştrast kir ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê îro li Libyayê bi serokwezîrê hikûmeta yekîtiyê Fayez El Sarej re hevdîtinekê pêk bîne.

Bi heman mijarî:

Erdogan: Eger Moskow bixwaze, em dikarin operasyona Reqqayê bi DYA û Rûsyayê re bikin
Ûkrayna alîkariyê ji Rûsyayê dixwaze
Rûsyayê îdiaya lêdana hêzên nêzîkî Amerîkayê li Sûriyê red kir
Townsend: Rûsyayê li Sûriyê bi şaşîtî hêzên bin sîwana Amerîkayê bombardiman kir
Etîketan:
civîn, hevdîtin, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de