06:29 20 Sibat 2018
Zindî
    Aleksey Puşkov

    Puşkov: Me lîstika li Sûriyeyê xera kir

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Serokê Komisyona Polîtîkaya Enformasyonê ya Konseya Federasyonê ya Rûsyayê Aleksey Puşkov derbirî ku Moskowê lîstika li Sûriyeyê xera kir û got, "Rayagiştî ya cîhanê ji ber vê yekê piştgiriya me dike."

    Puşkov ji bo televizyona Rûsî axivî û ev titş gotin: "Piştî belavbûna Sovyetan di salên 1990an de modela liberal bi ser ket. Gotin ‘Dawiya dîrokê hat'. Gotin, ‘Demokrasiya liberal komunîzm têk bir û divê êdî li her dere ev demokrasi hebe'. Amerîka jî ji bo biryargirtina vê mijarê bû navend. Navê vê yekê cihana yekqutbî ye. Lê 25 sal di ser re derbas bû û niha tê dîtin ku ev siyaset û proje têk diçe. Çîn, welatên BRICS û hêmanên din derdikevin holê. Navendên hêzê cih diguherînin. Êdî welatên Rojava di rêveberina cîhanê de zehmetiyê dikişîne. Wek mîna, tiştên li Rojhilata Navîn diqewimin. Rewş nikare were kontrolkirin. Erê, Amerîka hebkî bû sedema vê kaosê. Modela di hişê welatên Rojava de nexibitî. Niha jî serokên welatên Rojava xwe xurt nakin û li sûcên xwe mikur nayên. Ji ber vê yekê jî li derveyî xwe li sûcdar digerin. Li gorî wan sûcdar û dijmin, Rûsya ye. Mesela ger Îngilistan nexwaze di Yekîtiya Ewropayê de bimîne, çi eleqeya vê bi Rûsyayê re heye?"

    ‘EM Û EWROPAYÊ DERIYÊN XW ELI HEV NEGIRIN'

    Senatorê Rûsî axaftina xwe wisa berdewam kir: "Me îro ji wan re îspat kir ku ew ne xwediyê cîhanê ne. Me li Sûriyeyê ev îspat kir. Rûsyayê hemû lîstikên li wir xera kirin. Rûsyayê li wir pergaleke cîhanê ya alternatif ava kir. Rayagiştiya cîhanê jî piştgiriyê dide vê yekê. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di reytîngên cîhanê de di rêza pêşîn de cih digire. Mirov li geşedanan dinêrin û wisa dibêjin: Rûsya bi ser ket û xwe radest nekir. Rûsyayê ji tiştên ne spî re, negot spî… Li Ewropayê welat û hêzên ku girîngiyê didin peywendiyên li gel Rûsyayê jî hene. Ger em deriyê xwe li Ewropayê bigirin, wê gavê em ê li welat û hêzên ku bixwazin bi me re bixebitin jî bigirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Puşkov bersiva Haleyî da: Ne ji bo Kirimê lê ji bo Iraqê bi endîşebin
    Puşkov: Li Bonnê hemleyeke mezin çênebû, nedibû çêbe
    Puşkov: "Dijberiya li hemberî Rûsyayê dîsa kete dewrê"
    Puşkov: Ji bo tunekirina DAIŞê pêdiviya Trump bi Rûsyayê heye
    Puşkov: Hevdîtina Pûtîn û Trump wê bibe destpêkeke nû
    Puşkov: Kesên Rûsyayê bi destavêtina hilbijartinên DYA tohmetbar dikin...
    Etîketan:
    lîstik, Sûriye, Serokê Komisyona Polîtîkaya Enformasyonê ya Konseya Federasyonê ya Rûsyayê, Aleksey Puşkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de