13:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Margarita Simonyan

    Sîmonyan: Parlementerên ingilîzî nexwest ku ji temaşekirina RTyê bêpar bimînin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û RTyê Margarita Simonyan raporta Qemereya Gelemper a Brîtanyayê amade kiriye nirxand. Simonyanê got: "Wiha diyar e ku parlemnteran nexwestiye xwe ji xwarinxaneya ji zewqa temaşekirina RTyê bêpar bihêlin."

    Simonyanê raporta Komîteya Têkiliyên Derve ya Qemereya Gelemper a Brîtanayê ji bo tawanbarkirina RT û Spûtnîkê amade kiribû nirxand û got, parlementerên ingilîzî ti sedem nedîtin ku RT û Spûtnîkê bigirin.

    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û RTyê Margarita Simonyan wiha got: Piştî ku bi mîkrskopê jî li RT û Spûtnîkê vekola, parlementeran ti sedem nedît ku RT û Spûtnîkê bigirin. Wiha diyar e ku parlementeran nexwestiye xwe ku zewqa temaşekirina RTyê li xwaringehan bêpar bihêlin."

    "MEDYAYA SEREKE YA DEREWÎN, DIKIN REFERANS"

    Kesên raport amade kiribû, daxwaz kiribû ku RT û Spûtnîk bi baldarî bên şopandin daku nûçeyên 'derew' çêneke. Simonyanê li ser vê mijarê wiha got: "Wan bixwe gelek caran medyaya sereke ya ku em wê bi çêkirina nûçeyên derew tawanbar dikin wek referans nîşan dane."

    Simonyanê got, eger 'parlementerên brîtanî' çend raportên din ên bi vî awayî amade bikin, ew dê bibin hevwateyên 'zanistvanên brîtanî'.

    Herwiha di raportê de hatibû destnîşankirin ku ji dema bidawîbûna şerê sar û heta niha ve, têkiliyên herdû welatan di serdema xwe ya herî aloz de ne û RT û Spûtnîk bi propagandaya Kremlin û çêkirina nûçeyên derew tawanbar kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    RT: Demokratan plan kir ku Trump ji kar bixin
    Sîmonyan: Medya Fransî her roj li ser RT û Spûtnîkê derewan dike
    Rûsya: Eger çapameniya Amerîkayê zordestiya xwe ya li ser RT dewam bike dê bersiv bê dayîn
    Sîmonyan, bersiva îdîayên îstîxbarata Amerîka ya RT û Spûtnîkê da
    PEyê li hemberî RT û Sputnikê biryar stand
    Zaxarova: "Biryara PEyê ya li dijî RT û Spûtnîke têkeve pratîkê emê bersiv bidin
    Pûtîn: "Ez xebatkarên RT û Spûtnîkê pîroz dikim"
    Etîketan:
    Spûtnîk, RT, Margarita Simonyan, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de