14:43 25 Sibat 2018
Zindî
    Sputnik

    Parlementeyo Brîtanyayê bêbextî li Sputnîk û RTyê kir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Di rapora ku ji aliyê Komîteya Karên Derve ya Kamara Awam ve hatiye amadekirin de tê îdiakirin ku RT û Sputnik ‘amûrê propagandaya Kremlîn in û nûçeyên derew çêdikin'. Lê ti delîl nehate dayîn bo piştraskirina van îdiayan.

    Komîteya Karên Derve ya bi ser Kamara Awamê a Brîtanyayê  derbarê têkiliyên Rûsya û Brîtanyayê de raporek amade kir û weşand. Di rapora ku tê gotin ku têkiliyên herî alozî piştî dema Şerê Sar tê jiyîn de ye, Russia Today (RT) û Sputnik bi çêkirina nûçeyên derew û propagandaya Kremlînê hatin sûcdarkirin.

    Di raporê de hate gotin ku "di Sputnikê de ti cihên ku rexneyan li leşkerên rûs dikin nehatin dîtin. Nûçeyên derew bo Brtîtanyayê sedema metirsiyek mezin e. Pirsên bingehîn yên derbarê nûçe û yekitiya RT û Sputnikê hêj nehatine bersivandin.  Lê Sputnik xwe ji medyaya rojava cudatir û wekî saziyek serbixwe ya ku analizên li ser bingeha rastiyê çêdike binav kiribû.'

    ‘WEZARETA KARÊN DERVE DERBARÊ TÊKILIYÊN SPUTNIK Û RT YA BI RÛSYAYÊ RE NE XWEDÎ AGAHIYE'

    Di rapora ku tê amajekirin ku Sputnik û RT li Brîtanyayê di çarçoveya azadiya çapemeniyê xwedî mafê weşanê ye û wiha tê gotin: ‘Wekî ku haya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê, ji têkiliyên Sputnik û RT ya bi Rûsyayê re nîne ye. Divê wezaret piştî ku hedefên xwe eşkere kir, di çarçoveya parastina nirxên Brîtanyayê bi hikumeta Rûsyayê re diyalogên bi wate û bi rêk û pêk deyne.'

    Lê ya balkêş ew e ku li gel sûcdarkirinan, bo îspatkirina rewşê ti delîl nehatin pêşkêşkirin.

    SPUTNIK Û RT BERSIVA RAPORÊ DAN: DURÛTÎ BERDEWAM DIKE

    Li ser rapora ku Brîtanyayê RT û Sputnik bersivek weşand û got ‘durûtiya li hember wan berdewam dike'.

    Hat gotin ku piştgiriya saziyên medyayê yên wekî BBC tên tên kirin lê her êrişî medyaya rûsî tê kirin û wiha hate gotin: ‘Durûtiya Brtînyayê ya li dijî medyaya rûs berdewam dike. RT bo xurtkirina têsîra Rûsyayê ya li ser têkiliyên navnetewî propagandayê nake.  Divê çavdêriyên Brîtanî RTyê baş vekolin. Lê çapemeniya brîtanî bi rehetî her nûçeyên ne rast li ser Sputnik û RTyê çêdikin.'

    Bi heman mijarî:

    Sputnik, bi sertîfîkaya UNESCOyê hate xelatkirin
    Pisporê Venezuelayî: Ev biryar dide nîşan ku Sputnik karekî baş dike
    'Sputnik û RT bandorê li gelê Avûstûryayê dike'
    PE ji bo 'têkoşîna' li dijî Sputnik û RTyê planekî bi maliyet amade dike
    Etîketan:
    nuçeyên derew, propgandaya kremlinê, rt, şerê polîtîk, bêbextî, sputnik
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de