06:33 20 Sibat 2018
Zindî
    Leonîd Slutskiy

    Parlamenterê rûsî: "Divê Rûsya û Azerbeycan her dem bi hev re bin"

    © Sputnik/ Sergey Kuznecov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50

    Parlamenterê rûsî Leonîd Slutskiy li Moskowê di merasîma qetlîama Hocaliyê de axivî û got: "Rûsya mezin û Azerbeycana mezin divê tim bi hev re bin. Tenê dikarin bi vê hevkariyê bigihîjin hedefên xwe. Min 5 salan li Dumayê Serokatiya Komîsyona Civaka Devletên Serbixwe (BDT) kir. 5 salan min bi birayê xwe Serokomarê Azerbeycanê İlham Aliyev re ji bo mijara çareseriya Çiyayê Qerebaxê gav avêtin."

    Slutskiy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Aliyev ji bo welatê xwe tiştên serkeftî kirin. Azerbeycan ji hêla geşepêdanê de di nava dewletên Sovyetê de yek ji yê herî baş e. Herwiha ji bo wezîfeya Cîgira Serokomar Mehriban Aliyeva ya nû ez wê pîroz dikim û serkeftinê jê re dixwazim."

    Leonîd Slutskiy di dawiya axaftina xwe de ragihand ku divê berpirsên qetlîama Hocaliyê werin cezakirin û pirsgirêka Çiyayê Qerebaxê were çareserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya, Azerbeycan û Îran agirbestê dixwazin
    Formata sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Azerbeycanê wê aramiyê bîne
    Ji Rûsya, Îran û Azerbeycanê banga hevkariya dijterorê
    Qerebax:'Di êrişa artêşa Azerbeycanê de leşkerekî me hat kuştin'
    Qerebax: ‘Artêşa Azerbeycanê hewldanên saboteyî dike'
    Etîketan:
    Hewldana çareseriya pirsgirêka Çiyayê Qerebaxê, Serokê Komîsyona Têkiliyên Derve yên Dumaya Parlamentoya Rûsyayê, Leonîd Slutskiy, Azerbeycan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de