06:37 20 Sibat 2018
Zindî
    Frants Klintseviç

    Rûsya hêza xwe ya nûkleerî di çarçoveya peymana STARTê de berfireh dike

    © Foto: Twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Alîgirê Komîteya Ewlehiyê ya bi ser Konseya Federasyona Rûsyayê, de Frants Klintseviç derheqê peymana STARTê de agahî dan Sputnikê

    Konstantin Kosaçev da zanîn Rûsya dê, di çarçoveya Peymana STARTê ya ku di sala 2010 de bi Amerîka re îmze kiribûn de kapasîteya xwe ya nûkleerî berfireh dike. Klintseviç ku ji Sputnikê re axifî got:"Di çarçoveya vê peymanê de ji bo herdû aliyan jî hejmara sernavan di hejmara 1550an bi sînor dike. DYA bi ser vê limîtê derketiye lê Rûsya li paşiya vê hejmarê dimîne. Ji bo ku xwe bigihîne vê sînorê niha Rûsya jî kapasîteya xwe ya nûkleerî berfireh dike. Klintseviç destnîşan kir ev ne mijareke veşarti ye.

    'TRUMP QÎMA XWE BI VÊ PEYMANÊ NEANÎ'

    Di navbera Rûsya û DYA de di sala 2010 de pemanek ya binavê STARTê hatibû îmzekirin ku li gorî vê peymanê ji bo çêkirina çekên kîmyevî hin sînor û lîmît hatibûn danîn. Li gorî vê peymanê herdû alî dê herî zêde 1550 serî û 700 fûzeyên balîstîk çêbikira. Lê Donalt Trump qîma xwe bi vêpeymanê neanî û rexne dikir ku peyman sînorên wê teng in. DYA çêkirina çekên nûkleerî yên vê çarçoveyê zûde derbas kiriye.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya li hemberî betal kirina ‘Peymana Kêmkirina Çekên Nukleerî' derdikeve
    Kosaçev bo peymana STARTê bangî Trump kir, da ku bi Rûsyayê re hevdîtinan bike
    Wê RKK Energiya bi Boeing re peymana ‘Sulhê’ mor bike
    Dumayê peymana piştgirîkirina edlî ya bi Tirkiyeyê re pesend kir
    'Peymana baregeha leşkerî, di navbera Êrîvan û Moskowê de ye'
    Îran:"Em bi berpirsyariya xwe ya peymana nûkleerî ve girêdayî ne"
    Rûsya di metirsiyê de ye ku Îran ji peymana nûkleerî vekişe
    Etîketan:
    START, Frants Kilintseviç, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de