02:55 20 Hezîran 2018
Wezareta Derve ya Rûsyayê

Ji Rûsyayê bo êrişa Hûmsê daxuyanî: Hovîtî ye

© AFP 2018 / JOEL SAGET
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrişa bajarê Hûmsê ku 35 kes hatibûn bi hovîtî bi nav kir û daxwaz kir berpirsyar werin cezakirin.

Duhî li Sûriyeyê li bajarê Hûmsê ji terefê rêxistina Eniya Fetih El Şam (El Nûsra) êrişeke xwekujî pêk hatibû û di encamê de 35 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û got: "Rûsya êrişa ku hevalbendên terorîzmê li bajarê Hûmsê pêk anî bi tundî şermezar dike. Ev çalakiyên wiha divê bi tundî werin nirxandin û divê berpirs û alîgirên wê werin cezakirin."

‘EM DESTÛR NADIN XEBATÊN CENEVÊ TÊK HERIN'

Di berdewamiya daxuyaniyê de wezaretê bal kişand ser dema êrişê ku di hevdîtinên Cenevê de pêk hat û got: "Em"ê nehêlin ku terorîst xebatên civaka navneteweyî yên ji bo Cenevê, agirbesta Sûriyeyê û hevdîtinên aştiyê têk bibin."

Bi heman mijarî:

Lavrov, armanca operasyonên hêzên rûsî yên Idlib û Hûmsê eşkere kir
Artêşa Sûriyayê: Li Hûmsê hemleya DAIŞê hate pûçkirin
Li bajarê Hûmsê dû êrişên bombeyi:6 kuştî û 28 birîndar
Li Sûriyeyê Rûsya 14 û Tirkiyeyê jî 7 îhlalên agirbestê tespit kirin
Rûsya û Îranê li ser hilberîna hevpar a sotemeniya nukleerê li hev kirin
Etîketan:
Êrişa xwekujî ya Hûmsê, Eniya Fetih El Şam (El Nûsra), Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de