16:29 20 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Rojnamevanê swêdî: "Lavrov Çarê Wezareta Derve ya Rûsyayê ye"

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 32

    Rojnamevanê swêdî Gunilla Von Hall derheqê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku di Konferansa Ewlehî ya Munihê de herî kesê populer bû goterak nivîsand.

    Li gorî rojnamevanê swêdî hinek rêz digirin û hinek jî heyraniya xwe nîşan didin û hinek jî ditirsin lê tu kes li hemberî Sergey Lavrov bêxem namîne. Lavrovê ku wekî ‘Begê na' tê naskirin heta niha qet ji polîtîkayên Kremlînê tawîz nedaye û car carinan dibe hevkarên xwe jî aciz bike lê di qada dîplomasiyê de kesekî bi hûner e.

    ‘KESEKÎ DIRÊJ Û KARÎZMATÎK E'

    Von Hall di gotara xwe ya 17ê Sibatê ya rojnameya Svenska Dagbladetê de got: "Dema ku mirov dikeve odeyekê ne mimkun e ku mirov wî ferq neke. Kesekî dirêj û karîzmatîk e. Jestên wî zêde ne lê mirov aciz nake. Piranî taximê delal li xwe dike û krevatên hevrişim dixe stûyê xwe. Bi nêrînên xwe baldar di bin berçavka xwe de derdor temaşe dike. Carinan jî bi cixareya devê xwe balê dikşîne."

    ‘LAVROV: ÇARÊ WEZARETA DERVE YÊ RÛSYAYÊ YE'

    Nivîskarê swêdî di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Dinya her çiqas Lavrovekî tarî û hişk bibîne jî di binê vê de dîplomatekî xwediyê ehlê karê xwe û pispor heye. Gelek kes Sergey Lavrovê 63 salî wekî yek ji dîplomatên herî baş ê dinyayê dibînin."

    Von Hall di dawiya nivîsa xwe de got: "Aha Lavrov Çarê Wezareta Derve yê Rûsyayê kesekî wiha ye. Di maseya muxzakereyan de partnerekî zahmet e. Carinan bi awayekî zêde dost e û carinan jî bi jahr û kesekî ku mirov qet nikare pê re li hev bike."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Gabriel li ser çareserkirina krîza Ukraynayê axivîn
    Lavrov: Ji bo pêşniyara ‘herêmên ewle' yên Trumpî em li benda agahiyên zelal in
    Lavrov: Divê kurd tevlî hevdîtinên aştiyê bibin
    Lavrov û hevtayê xwe yê Amerîkî Tillerson axivîn
    Lavrov: Rûsya û Swêd di warê xurtkirina têkoşîna terorê de hemfikir in
    Etîketan:
    Rojnamevanê swêdî, Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Gunilla Von Hall, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de