18:16 25 Hezîran 2018
Artêşa Rûsyayê

Envantera artêşa Rûsyayê wê bi 160 wesayîtên nû dewlementir bibe

© Sputnik / Valeriy Melnikov
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Fermandarê Hêza Hewayî yê Rûsyayê Vîktor Bondarev ragihand ku îsal wê 160 balafir û helîkopterên nû tevlî artêşa Rûsyayê bibin.

Fermandarê Hêza Hewayî yê Rûsyayê Vîktor Bondarev di axaftina xwe ya rojnamevanan de got: "Di sala 2017an de wê 140 balafir û helîkopterên nû tevlî Hêza Hewayî ya Rûsyayê bibin û dema ku em yên ku tevlî Hewageriya Deryayî jî li ber çav bigirin bi tevahî 160 wesayît tevlî artêşa Rûsyayê dibin."

Vîktor Bondarev di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di Hêza Hewayî ya Rûsyayê de piraniya teçhîzatên leşkerî hatin nûkirin û rêjeya teçhîzatên ku hatine nûkirin ji sedî 55an zêdetir e."

Herwiha Cîgirê Fermandarê Hêza Hewayî yê Rûsyayê Pavel Kuraçenko di daxuyaniya xwe ya meha berfenbarê de gotibû ‘hetanî sala 2020an em zêdetirî 900 wesayîtên nû yên hewayî bistînin.'

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Artêşa Rûsyayê dikare li dijî her êrîşê derkeve
Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Rûsyayê li Palmîrayê bi pêş ve diçe
Gelo di navbera Tifaqa Artêşa Îslamî û Rûsyayê de hevkarî gengaz e?
Rûsyayê hişyarî da artêşa Sûriyê ku agirbestê binpê neke
Artêşa Rûsyayê, dest bi bikaranîna pergalên ewlekariya elektromanyetîk Redan 125ê dike
Etîketan:
Rûsya artêşa xwe nû dike, Fermandarê Hêza Hewayî yê Rûsyayê, Pavel Kuraçenko, Vîktor Bondarev, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de