07:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Navenda Tekoşîn a Dopîngê li Rûsyayê

    WADAyê di rapora McLaren a derbarê werzîşvanên Rûsî de têra xwe delîl tune ne

    © Sputnik/ Mikhail Serbin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 52

    Ajansa Têkoşîna Dijdopîngê ya Cîhanê (WADA) biryar da ku di rapora hiqûqnas Richard McLaren de di derbarê binpêkirina qayideyên do8pîngê ji aliyê werzîşvanên Rûsî de têra xwe delîl tune ne.

    Di nameya Dîreoktorê Giştî yê Komîteya Olimpiyatê ya Navdewletî (IOC) Christophe De Kepper de ev tişt hatin gotin:

    "WADA di civîna ku li Lozanê ya ku rapora McLaren hat lêkolînkirin de qebûl kir ku delîlên di derbarê Rûsan de ji bo pêkanîna mûeyideyan li hemberî wan, têrê nake. Her wiha WADAyê biryar da ku wergerên di raporê de ne zelal in û xwest ku ew divê ew bi awayekî hûrgilî werin deşîfrekirin."

    Beşa duyemîn rapora McLaren di 9ê Adara 2016an de hatibû weşandin. Di raporê de hatibû îdiakirin ku di navbera salên 2011 û 2015an de werzîşvanên bi xelat ên Olimpiyatê jî di nav de, zêdetirî 1000 werzîşvanên atlet ên Rûsî di çarçoveya sepaneke bi piştgiriya dewletê de dopîng bi kar anîne. Li ser weşandina raporê mafên sazkirina şampiyonên cîhanê yên bobsled û skeletonê ji Rûsyayê hatibû girtin. IOCê jî di derbarê 28 werzîşvanên Rûsî de lêpirsîna dîsiplînê dabû destpêkirin.

    Etîketan:
    werzîşvanên Rûsî, WADA, Richard McLaren, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de