22:33 18 Hezîran 2018
Netewên Yekbûyî (NY)

Rûsya: Em ê pêşnûmaya ku mûeyîdeyan ji bo Sûriyeyê tîne, veto bikin

© Sputnik / Dmitriy Astahov
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Cîgirê Balyozê Rûsya yê li NY Vladimir Safronkov got ger pêşnûmaya mueyîdeyan a li dijî hikûmeta Sûriyeyê ya ku ji ber îdiayên dibêjin hikûmetê li hemberî sivîlan çekên kimyewî bi kar aniye, ji bo dengdayinê were Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ew ê veto bikin.

Safronkov ji bo pêşnûmaya ku ji aliyê Amerîka, Fransa û Îngilistanê ve hatiye amadekirin got, "Pêşnûmaya biryarê, li dijî prensîbê ye ku dibêje heta lêpirsîn were temamkirin aliyek bêsûc e."

Safronkov wisa berdewam kir, "Min nêrînên me bi awayekî eşkere ji hevalbendên xwe re vegot. Ger ku ji bo dengdayinê were em ê veto bikin."

Ev pêşnûma ger ji bo dengdayinê biçe KENY, di nava 6 salan de wê ev bibe pêşnûmaya 7emîn a ku Rûsyayê veto kir.

Ji bo ku pêşnûmayek li KENYê were qebûlkirin divê hemû endamên berdewamî (Çîn, Rûsya, Fransa, Îngilistan û Amerîka) pesend bikin.

Li gorî AFPê pêşnûmaya biryarê ji bo 11 Sûriyeyan, ku piraniya wan leşker in û ji bo 10 saziyên ku tê gotin çekên kimyewî çêdikin, qedexeya geştê tîne.

Pêşnûma firotin, peydakirin û sewqkirina helîkopteran a ji bo artêş û hikûmeta Sûriyeyê jî qedexe dike.

Her wiha hikûmeta Sûriyeyê îdiaya çekên kimyewî bi kar aniye, red dike.

Bi heman mijarî:

Bi dehan tankên Alman ji bo beramberiya hêza Rûsya gihîştin Lîtvanyayê
Rûsya 9 Tirkiyeyê jî 13 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
Rûsya li hemberî betal kirina ‘Peymana Kêmkirina Çekên Nukleerî' derdikeve
Şêwirmendê serokomarê tirk: "Rûsya ne alternatîfê NATOyê ye"
'Rûsya hewil dide ku aliyên Sûriyê ji bo hevdîtinên rasterast razî bike'
Etîketan:
KENY, Cîgirê Balyozê Rûsya yê li NY, Vladimir Safronkov, Sûriye, Amerîka, Fransa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de