18:35 17 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu li Moskowê bi hempayeyê xwe yê Îranê Huseyin Dehkan re hate ba hev

    Şoygu: ‘Cara ewil qada radara daîmî li seranserê Rûsyayê hat avakirin'

    Ministry press service оброны Russian Federation
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 710

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku ‘qada radarê ya daîmî' cara ewil li seranserê sînorên Rûsyayê bi armanca parastina êrişên nekleerî, ava kirine.

    Şoygu agahî derbarê çalakiyên Wezareta Parastin a Rûsyayê de, da Dûmayê ya baskên jêr yê Parlamentoya Rûsyayê û eşkere kir ku qada radara daîmî dê peywira pergala hişyariyên bo hemû êrişên moşekên di qada fezayî û hewayî yên stratejik pêk bîne. Herwiha Şoygu got: ‘Hebûna leşkerên rûsî ya li wêlêt dê zêdetir bibe.'

    ‘RÊJEYA ÇEKÊN MODERN LI HÊZÊN BEJAHIYÊ DE DÊ DERKEVE SEDÎ 62AN'

    Şoygu da zanîn ku rêjeya çekên modern yê Hêzên Bejahî ya Rûsyayê heta dawî ya salê derkeve sedî 62an.

    Wezareta Parastinê dê ev rêje li hêzên behre derxe sedî 74an, li yekîneya danîtina hewayî jî derxe sedî 47an.

    ‘HÊZÊN MOŞEKÊN STRATEJÎK DÊ BI 3 ALAYA MOŞEKAN BÊ ZEXMKIRIN'

    Wezîrê rûsî diyar kir ku dê bi 5 lafirên şer ên ji cureya Tu-160 û Tu-95an û 3 alayên moşekan ku bi kompleksên moşekên modern hatine zexmkirin, li Hêzên Moşekên Stratejîk a Rûsyayê bên peywirdarkirin û asta amadekariya şer ya Hêzên Moşekên Stratejîk sedî 99 e.

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Dibe Rûsya û Amerîka li Reqqayê bi hev re tevbigerin
    Şoygu: Firînên balafirên NATO yên li ser sînorên Rûsyayê 3 qat zêde bûn
    Şoygu: Tirkiye dikare pêşengtiyê li NATOyê bike
    Şoygu ji Fallon re: Li Brîtanyayê ajalek tine ku bikare talîmatan bide hirçan
    Şoygu: ‘Operasyonên me yên li Sûriyeyê, zincîra şoreşa rengîn şkand'
    Şoygu: "Di navbera artêşa Sûriye û muxalifên nerm de pevçûn bi dawî bûn"
    Etîketan:
    nukleerî, pergal, moşek, avakirin, daîmî, radar, Sergey Şoygu, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de