18:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

    Lavrov: Ji bo pêşniyara ‘herêmên ewle' yên Trumpî em li benda agahiyên zelal in

    © AFP 2017/ ANDREJ ISAKOVIC
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1630

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê ‘herêmên ewle' yên pêşnîyara DYAyê de got:"Ji bo ku ev proje bikev dewrê de, dive erêya hikûmeta Sûriyeyê jî bê wergirtin."

    Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov destnîşan kir ji bo înîsiyatîfa avakirina herêmên ewle yê Serokê DYAyê Donald Trump, ew li benda agahiyên Washintonê ne. Lavrov ku bi hempîşeyê xwe yê amerîkî Rex Tillerson re li bajarê Bonn a Almanyayê hevdîtinek kir da zanîn wan pêşniyara Trump aniye ber çavan. Tillerson jî jê re gotiye ku "Em li ser vê mijarê dixebitin."Lavrov got:"Emê li bendê bin ku Amerîka agahiyek zelal bide me. Lê ji bo me wek rêgez e, ji bo van însîyatîfan dixwazin hem li sahayê hem jî li hewayê rewşa bi giştî bê dîtin."

    ‘DIVÊ ERÊYA HIKÛMETA SÛRIYEYÊ JÎ HEBE'

    Lavrov her wiha bibîr xist divê erêya hikûmeta Sûriyeyê jî bê wergirtin.Yan na ne mimkûn e ku gavên bi vî rengî bi hêsanî bêne avêtin.

    ‘EM AMADE NE KU ÎNÎSIYATÎFÊN WASHINTONÊ BÎNIN BER ÇAVAN'

    Ji aliyê dî Wezîrê Karên Derve yê Rûs da zanîn ew amade ne ku însiyatîfa ku Washington jib o hevkariya Sûriyeyê daniye ber wan bînin berçavan. Dê tekoşîna li dijî Fetih El Şamê jî di vê çarçoveyê de be.

    Trump meha borî di beyanatek xwe yak u dabû ABC News ê de gotibû ku tekez divê li Sûriyeyê herêmên ewle hebin jib o kesên ji şer direvin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û hevtayê xwe yê Amerîkî Tillerson axivîn
    Lavrov: Rûsya û Swêd di warê xurtkirina têkoşîna terorê de hemfikir in
    Lavrov: Îstîxbarata DYAyê li balyozê me guhdar kir
    Lavrov: Gotinên McGurk dengvedana serdema Obama ye
    Lavrov: "Kirim a me ye û tiştekî ku aîdî mirov be mirov nikare ji xwe kire bike"
    Lavrov îdiayên 'hewldana derbeyê li Qeredaxê' derewandin
    Lavrov, sedemên qerarnameya Donbasê yê ku Putin îmze kiribû ragihand
    Lavrov: Berlîn dixwaze xebatên Konseya NATO û Rûsyayê zindî be
    Etîketan:
    Donalt Trump, Sergey Lavrov, Amerika, DYa, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de