08:00 24 Tebax 2017
Zindî
    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.

    Raza popûlerîteya helîkopterên Rûsî çi ye?

    © Foto: russianhelicopters.aero
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2761

    Tekane nivîsgeha dîzaynên û hilberandina helîkopteran, şirketa "helîkopterên Rûsyayê" yek ji serkêşên sektora cîhanî ya helîkopteran e.

    Herwiha kêm şirket wek wê hene ku derfetên kontrolkirina teknîkî, testê, hilberandin û dîzayînê yên helîkopterên leşkerî û sivîl ên modern dihewîne. Nivîsgeha dîzayinê, fabrîkaya helîkopteran, hilberandina perçeyên yedek, kargehên tamîr û kontrolkirinê, fabrîkeyên tamîrkirina navgînên hewayê û servîsên piştgiriyê piştî fiortinê li hundir û derveyî welatî dabîn dikin, di bin banê holdîngê de ne.

    Daîreya çapemeniyê ya 'Helîkopterên Rûsyayê' ji Spûtnîkê re axivî û behsa planên siberojê, dîzayinên nû û taybetmendiyên helîkopterê kir.

    Tê gotin ku helîkopterên Mi-8/17ê yên di sîteya holdînga we de hatine dîzaynkirin, wek popûlertirîn helîkopterên dîrokê tên nasîn. Raza vê popûlerîtiyê çi ye?

    Raza ku helîkopterên Mi-8/17ya ku di nivîsgeha dîzayinê de ya bi serperiştiya Mihail Milê hatiye bipêşxistin, popûler in, ew e ku çareseriyên teknîkî ne ji rêzê ne û hertim xebatên zêdekirina performansê tên kirin. Avantaja herî zêde ya Mi-8/17ê ew e ku pir-fonksyonî ye û birêvebirin û kontrolkirina wê hêsan e û cûrbicûriya bikaranîna wê berfireh e û xwediyê taybetmendiyên teknîkî û firînên bêhempa ne.

    Modela Mi-8AMTSh-VAyê balê gelekî dikişîne. Gelek tiştekî wek vê modelê heye? Eger hebe, Mi-8AMTSh-VA bi çî xwe ji wan çêtir e û taybetmendiyên wê yên sereke çi ne?

    Îzolasyona germkirinê ya Mi-8AMTSh-VA ya bipêşxistî, Motorê rûsî yê VK-2500-03yê yê xurtkirî yê gaza tûrbînî û yekîneya hêzê yên alîkar TA-14 li ersyona Mi-8AMTSh-Vyê ku li gorî mercên Arktîk hatiye adaptekirin hatine zêdekirin. Taybetmendiyên bingehîn ên navgînê, pergala germkirinê bêhempa a transmiyson û duhnî ya bêhempa. Bi xêra vê pergalê dikare motorê xwe 60 pileyî di bin sifirê de bixebitîne. Ev mezintirîn avantaja wê ye li himberî reqîbên wê. Mi-8AMTSh-VA bi îzolasyona germkirinê û navgînên xwarin û germkirinê ji bo muretebatê hatiye arastin.

    Ev model xwedan navgînên radyo û navgîsyonên ji modela herî dawî ne û otopîlota dîjtal û pergala seyrasefer a atalteslê ya jixweber dixebite gava ku wenda dibe.Mi-8AMTSh-VA li herêma Arktîk ji bo operasyonên lêgerîn û barkirin tên bikaranîn.

    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.
    © Foto: russianhelicopters.aero
    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.

    Tê gotin ku Çin, Arjantin, Şilî û welatên din bi vê helîkopterê re eleqeder dibin. Tê gotin ku Çin, Arjantin, Şilî û welatên din bi vji bo van welatan berdewam dikin. Hevdîtin di kîjan astê de ne?

    Bi rastî jî hinek welat bi helîkopterên Mi-8AMTSh-VAyê re eleqeder dibin. Berê her tiştî ev welatên ku xwediyê şert û mercên giran ên xwezayê ne. Lêkolînên ku Arktik û Antarktikayê bi awayekî çalak lêdikolin jî hene. Hêj bi tu kesan re peyman nehatiye îmzekirin. Lê ne ji ber kêmahiya daxwazan, ev helikopter hêj nû tên çêkirin û ji bo ku hemû taybetmendiyên wan di şert û mercên rasteqîn de werin ceribandin, pêwistî bi demê heye. Piştî ku hemû taybetmendiyên helîkopterê bi erênî encam bibin, em ê hewil bidin ku derxînin piyaseya cîhanê. Ez bawer dikim ku helîkoptera me wê di piyaseyê de cihê xwe yê liyaq bigirie.

    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.
    © Foto: russianhelicopters.aero
    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.

    Kontrolkirina teknîkî ya berhemên wan çawa pêk tê. Dema garantiyê çi qas e? Muşteriyên we yên biyanî di warê perçeyên yêdek de dikevin tengasiyê?

    Em li tevahiya cîhanê di warê avakirina tora serwîsê de xebateke lihevgirtî dimeşînin. Ev xebat bi plan û bi rêkûpêk tê meşandin. Armanca bingehîn jî ew e ku binesaziya serwîsê bigihîjinin cihê herî nêzîk ê muşteriyên xwe.Her wiha em piştî firotinê di çarçoveya xizmetê de amûrên teknîk ji bo muşteriyên xwe peyda dikin û xizmetên ji bo nûkirin û dirêjkirina dema bikaranîn a helîkopteran peşkeş dikin. Muşteriyên me di warê peydakirina perçeyên yede de nakevin tu tengasiyê.

    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.
    © Foto: russianhelicopters.aero
    Helîkoptera Mi-8AMTSh-VAyê ya ku dikare di şert û mercên arktîk de bixebitin.

    Hûn li ser kîjan projeyên hêja dixebitin?

    Em plan dikin ku helîkopterên xwe yên sivîl ên nû di demeke nêzîk de derxînin piyaseyê. Di nava du salên dawiyê de modelên rêwî, sazî û tibî yên helîkoptera Ansatê, modelên veguhastinê yên Mi-38 û Ka-226Tê bi awayekî serkeftî hatin sertîfîkakirin. Her wiha testên helîkoptera Ka-26an berdewam dikin.

    Li ser helîkopterên me yên leşkerî jî xebatên girîng tên meşandin lê ji ber sedemên tên zanîn em nikarin vê agahiyê eşkere bikin. Her wiha em li ser helîkoptera bilez jî dixebitin. Helîkoptera nû ya Rûsî, Ka-62, ji aliyê buroya dizayn a Kamovê ve VIP jî di nav de ji bo xebatên veguhestina rêwiyan, xebatên ji bo welatên dûr, pêkanîna alîkariya tibbî, veguhestina bar, çavdêriya dewriye û derdorê, xebatên rizgarkirin û tehliyekirinê hat bi pêş xist. Yanê helîkoptera Ka-62 ya pirfonksiyonî, dikare di şert û mercên cuda yên hewayê de û li bejahî û li ser avê 24 saetan peywirê bike.

    Taybetmendiya vê helîkopterê ew e ku di çêkirina wê de kompozîtên wekî plastîka cam û plastîka karbon a bi elyaf, plastîka organîk, alumînyûma zexm a nûjen, tîtan û polda hatiye bikaranîn. Di çêkirina helîkopterê de rêjeye kompozîtên polîmer ên hatiye bikaranîn, ji sedî 60 e. Yek ji taybetmendiyên helîkoptera Ka-62yan jî perwaneya bi boçik heye.

    Her wiha Ka-62 bi pergala sotemenî ya li hemberî qezayan zexm in, hatiye teçhîzatkirin. Helîkopter bi teçhizata ku di şert û mercên hewayî yên normal û neyênî de derfeta firînê dide û manevraya daketinê xêz dike, hatiye teçhîzatkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Komara Kongoyê 2 helîkopter ketin
    Li Îtalyayê helîkopter ket: 6 mirî
    Helîkopter ket, 5 kesan can da
    'Helîkopterên Rûsî li Çînê baş tên nasîn'
    Iraq: Me helîkopterên nû ji Rûsyayê kirîn
    Li ser sînorê Yayladagê liv û tevgera helîkopterên DYAyê
    "Amerîka helîkopterên Apacheyê dan pêşmergeyan"
    Etîketan:
    şert û mercên arktîk, helîkopter, Daîreya çapemeniyê ya 'Helîkopterên Rûsyayê', Çîn, Arjantîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de