07:58 24 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Divê kurd tevlî hevdîtinên aştiyê bibin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 113110

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku divê kurd jî beşdarî civînên aştiyê yên Sûriyeyê bibin.

    Lavrov li gel hevkarê xwe yê Ermenî Eduar Nalbandyan re hate ba hev û piştre jî civîneke hevpar ya çapemeniyê li dar xistin.

    Lavrov di dema axaftina xwe de li ser hevdîtinên ku bo aştiya Sûriyeyê wê li Cenevreyê bên lidarxistin de axivî û got: ‘ Di tura din ya hevdîtinên aştiyê yê Sûriyeyê de divê li gel kurdan hemû nûnerên dijberan li civînan de bên temsîlkirin.'

    Ji aliyê din ve Lavrov amaje kir ku wan lîsteya beşdarvanên civînê bi awayekî çêker amade kirine.

    Lavrov amaje kir ku grubên ku wê di encama civînên ku li Qahîre, Moskow û Riyadê de bên hilbijartin, komên ku beşdarî civîna Astanayê bûbûn û komên dijber ên çekdar ên ku peymana agirbestê îmze kirine wê karibin beşdarî civînê bibin.


    Bi heman mijarî:

    Alîkarê Serokê Dijberên Sûriyeyê Beşar: Em ê li Cenevreyê li ser pêvajoya siyasî biaxivin
    De Mistura dest bi şandina vexwennameyên Cenevreyê kir
    Ceyş El Islam û Ehrar El Şam tev li civînên Cenevreyê nabin
    Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Etîketan:
    dijber, pyd, beşdarbûna civînên aştiyê, kurd, sergey lavrov, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de