02:37 17 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygû derbarê gewdê firotina çekê rûsî de axivî

    © Sputnik/ Vadim Savitskii
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21105

    Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygû di axaftina xwe ya li vekirina duyemîn Forûma Ciwanên Rûsyayê ya bisernavê 'Hevkariya siyasî û leşkerî ya nêvdewletî: boçûnên hemdem' de ragihand ku Rûsya di firotina çek û teknolojiya leşkerî de li cîhanê ciyê duyem girtiye.

    Şoygu got ku 'ez dixwazim nîşan bikim ku di deh salên dawîn de me karîbû baş gewdê firotina berhemên leşkerî zêde bikin. Di dema niha de welatê me di bazara çekan de cihê duyem li cîhanê girtiye û ew piştrast li pêşya Fransa, Almanya û Brîtanyayê ye. Her sal bêtir ji 60 welatî berhemên me yên leşkerî dikirin. Diravên ku şîrketa pişekariya leşkerî ji vê firotinê werdigre ji 13 heta 15 milyar dolarî ye.'

    'PÊVENDIYÊN ÇALAK BI WELATÊN AMERÎKA LATÎNÎ Û KARIBIK RE TÊN KIRIN'

    Wek Şoygu dibêje, Rûsya hewldide cografiya nêvdewletî ya hevkariya di warê teknolojiya leşkerî de firehbike.

    Wezîr got ku 'Li Başûrê Asyayê, herêma Asya-Deryaya Hêmen û li Rojhilatê Dûr terkîz li ser bazarê Hindistan, Çîn, Vîetnam, Malezya, Endonezya, Myanmar, Bangladeş, Thailand tê kirin. Welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê ji aliyê stratejîk ve her ji bo me giring dimînin. Pêwendiyên çalak bi welatên Amerîka Latînî û Karibik re jî tên kirin.'

    'HEVKARIYA DI WARÊ TEKONOLOJIYA LEŞKERÎ YA BI EWROPAYÊ RE BI ÎNSÎYATÎFA RÛSYAYÊ HAT SEKINANDIN'

    Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê bi bîranî ku 'hevkariya di ware teknolojiya leşkerî de bi welatên Ewropayê re ji meha Adara sala 2014an ve bi insiyatîva wan hatine sekinandin.'

    Şoygu di dawiya axaftina xwe de got: "Bi giştî mirov dikare bêje ku hevkariya teknolojiya leşkerî ya Rûsya bi welatên biyanî re, tev hinek faktorên nehênî jî, prespektîvên baş hene ku ew di pêşerojê de jî pêşvebiçe."

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Tirkiye dikare pêşengtiyê li NATOyê bike
    Şoygu ji Fallon re: Li Brîtanyayê ajalek tine ku bikare talîmatan bide hirçan
    Şoygu: ‘Operasyonên me yên li Sûriyeyê, zincîra şoreşa rengîn şkand'
    Şoygu: "Di navbera artêşa Sûriye û muxalifên nerm de pevçûn bi dawî bûn"
    Şoygu: Em li Behra Reş ji bo her cûre qebxwestinê amade ne
    Şoygu: Hêzên me yên hewayî yên li Sûriyeyê peywira xwe anî cih
    Etîketan:
    leşkerî, berhem, firotin, çek, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Sergey Şoygu, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de