08:01 24 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Hêzên Hewayî-Ezmanî yên Rûsyayê bêtirî 3 hezar milîtanî kuştin

    © Foto: AA/ Sefa Karacan
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1810

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku Hêzên Hewayî-Ezmanî yên Rûsyayê li Sûriyeyê bêtirî 3 hezar milîtanî kuştine.

    Şoygu li baskê jêrîn ê parlementoya Rûsyayê Dumayê axivî û eşkere kir ku Hêzên hewayî-Ezmanî yên Rûsyayê di encama operasyonên xwe yên li Sûriyeyê de, 3.119 milîtan kuştine ku 26 ji wan fermandar in.

    Herwiha wezîrê rûs diyar kir ku Hêzên hewayî-Ezmanî yên Rûsyayê ji îlona 2015an û vir ve 1.760 sortî kirine, 5.682 lêdanên hewayî pêk anîne û wiha pê de çû: 40 kampên terorîstan, 475 navendên fermandariyê, 45 farbîqeyên cebilxaneyan û karxane ruxandine."

    'HÊZÊN RÛS ÊN TAYBET ROLEKE GIRING LÎST"

    Ji aliyê din ve, Şoygu diyar kir ku hêzên taybet ên rûs roleke sereke di kuştina milîtanan de lîstiye û wiha got: Yekîneyên Leşkerî yên Operasyonên Taybet ên Hêzên Taybet bibandoriya xwe ya bilind îsbat kir. Wan roleke gelekî giring di kuştina terorîstan de, ruxandina hedefên giring û pêkanîna operasyonên hewayî de lîst."

    "LEŞKERÊN RÛS RÊ LI BER PERÇEBÛNA SÛRIYEYÊ GIRTIN"

    Wezîrê rûs teqez kir ku leşkerên rûs derbeyên cidî li terora navdewletî xistine û rê li ber perçebûna Sûriyeyê girtine.

    Şoygu teqez kir ku hema hema hewldanên 'têkbirina desthilata meşrû'  ên derveyî welat rawestandin û wiha got: "Wan peywira xwe ya jeopolîtîk anî cih û derbeyeke cidî li rêxistinên terorê yên navdewletî xistiye û pergalên temînkirina çavkaniyan û çavkaniyên madî birîne."

     

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Firînên balafirên NATO yên li ser sînorên Rûsyayê 3 qat zêde bûn
    Şoygu: Tirkiye dikare pêşengtiyê li NATOyê bike
    Şoygu ji Fallon re: Li Brîtanyayê ajalek tine ku bikare talîmatan bide hirçan
    Şoygu: ‘Operasyonên me yên li Sûriyeyê, zincîra şoreşa rengîn şkand'
    Şoygu: Em li Behra Reş ji bo her cûre qebxwestinê amade ne
    Şoygu: "Di navbera artêşa Sûriye û muxalifên nerm de pevçûn bi dawî bûn"
    Şoygu: Çekên hişmend ên ne-nûkleer dikarin şûna yên nûkleer bigirin
    Etîketan:
    Hêzên hewayî-Ezmanî yên Rûsyayê, Seregy Şoygu, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de