01:35 20 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: "Îdîayên ku Rûsya li Qeredaxê amadehiya derbeyê dike kampanya reşkirinê ye"

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2930

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova civîna çapamenî ya heftane li dar dixe. Zaxarova ragihand ku wê sibê cenazeyê Çurkîn bigihîje Moskowê.

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di civîna çapamenî de rexne li rayedarên amerîkî kir ji bo ku belgeyên mirina Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çurkîn bi çapameniyê re parve kirin.

    CENAZEYÊ ÇURKÎN SIBÊ DIGIHÎJE MOSKOWÊ

    Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe de got: "Divê Washîngtonê pêşî ev belge bi qanalên fermî bigihandana, divê pêşî malbata Vîtaliy Çurkîn ev belgeyên mirina wî bi dest bixistana."

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Sibê cenazeyê Çurkîn digihîje Moskowê û roja şunde jî wê bi merasîmeke dîplomatîkî were oxirkirin."

    ‘ÎDÎAYÊN KU WÊ RÛSYA LI QEREDAXÊ DERBEYÊ BIKE BÊBINGEH IN'

    Berdevka wezaretê di axaftina xwe de îdîayên ku Rûsya ji bo Qeredax tevlî NATOyê nebe planên derbeyê dike bersivandin û got: "Ev jî merhaleyeke din a kampanyeya dijberiya Rûsyayê ku hikûmeta Qeredaxê li pişt e. Mixabin bêyî ku nêrîna Rûsyayê were girtin ev îdîa li ser medyayê belav dibin. Heke cih bidin jî bi awayekî rasthatî an jî bê mawe cih didinê."

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Divê em ji xetayên di têkiliyên Rus û Tirk de encamekî derînin
    Zaxarova: Wezareta derve dê beşekî ji bo têkoşîna li dijî nûçeyên derew veke
    Zaxarova: Ji bo fişarê li Trump bikin, îdia dikin em ê Snowden diyarî wî bikin
    Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin
    Zaxarova: Ûkrayna tenê bi provakasyonên leşkerî balê dikişîne ser xwe
    Etîketan:
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Vîtaliy Çurkin, Mariya Zaxarova, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de