01:29 20 Tebax 2017
Zindî
    Vîtaliy Çurkîn

    Ji Tirkiyê bo Çûrkîn peyama taziyê: Em sersaxiyê ji gelê dosthez ê Rûsî re dixwazin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 410

    Nûnerê Taybet ê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferîdûn Sînîrlîoglu ji bo Nûnerê Taybet ê Rûsyayê li NYyê Vîtaliy Çûrkîn ku li Newyorkê jiyana xwe ji dest da got, ‘ew dîplomatekî bêhempa bû’ gelek alîkariya wî di çêkirina dostaniya Tirk-Rûsan de çêbûye.

    Sînîrlîoglu deftera taziyê ya Balyozê Rûsî Çûrkîn îmze kir û da zanîn ku Çûrkîn bi tecrubeya xwe û jîrbûna karê xwe bêrawestan ji bo welatê xwe kar dikir.

    Sînîrlîoglu di peyamana xwe de got, "Çûrkîn dîplomatekî bêhempa bû û alîkariya gihîşt dostaniya navbera Tirk û Rûsan. Em ji malbata wî re, endamên daîmî yên nûnertiya Rûsyayê re, ji Federasyona Rûsyayê û gelê Rûsî yê dosthez re sersaxiyê dixwazin."

    Çûrkînê ku ji sala 2006an ve li NYyê nûnertiya daîmî ya Rûsyayê dikir doh jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Pentagon stratejiya DAIŞê hefteya pêş pêşkeşî Koşka Spî dike
    Li Amerîkayê êrîş birin ser nexweşxaneyê
    Ji Yemenê roket avêtin Erebîstana Siûdî: 4 Pakîstanî birîndar bûn
    Bernameçêkerê Rûsî 'Robotê Qatil' ê Termînator çêkir
    Hollande soza piştevaniya Kurdistanê da Barzanî
    HDPê li ser xistina parlamentariya Yuksekdag daxuyaniyek tund belav kir
    Lavrov û hevtayê xwe yê Amerîkî Tillerson axivîn
    Şoygu: Dibe Rûsya û Amerîka li Reqqayê bi hev re tevbigerin
    'DAIŞ ber bi îflasa darayî ve diçe'
    Etîketan:
    Ferîdûn Sînîrlîoglu, Ji Tirkiyê bo Çûrkîn peyama taziyê: Em sersaxiyê ji gelê dosthez ê Rûsî re dixwazin, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de