16:20 22 Îlon 2017
Zindî
    Stalingrad

    Salvegara 75emîn a serkeftina şerê Stalingradê dibe cejn

    © Sputnik/ George Zelma
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1910

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku salvegera 75emîn a serkeftina şerê Stalingradê bibe cejn biryarnameyeke taybet îmze kir.

    Herwiha Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ku amadehiyên çalakiya cejnê werin kirin dîrektîfa ku komîteyeke organîzasyonê were avakirin jî da. Li gorî zanyariyan wê Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Rogozîn serokatiya komiteyê bike.

    GIRÎNGIYA SERKEFTINA STALINGRADÊ ÇI YE?

    Serokê Almanyaya Nazi Adolf di sala 1942an de ji bo ku Bakuya Azerbeycan, kaneyên petrol ên Qafqasê û herêma pîşesazî ya kêleka rûbarê Volgaya Yekîtiya Sovyetê bi dest bixe artêşa xwe ya 6emîn şande herêma Stalingradê. Şer û pevçûn di 17ê Îlona 1942an de destpê kirin û Artêşa Sor jî di 19ê Mijdarê de kete hemleya dijber. Artêşa Sovyetê yekîneyên alman dorpêçkirin û di 2ê Sibata 1943an de mareşalê alman Friedrich Paulus jî di nav de 300 hezar leşker dîl girtin. Serkeftina şerê Stalingradê di dîrokê de wekî têkçûna naziyan a Şerê Cihahê yê Duyemîn tê zanîn.

    ‘TIRKIYE QEDERA ŞER GUHERAND'

    Hîndekarê Zanîngeha Têkiliyên Navneteweyî yê Moskowê ku bi Wezareta Derve ya Rûsyayê ve girêdayî ye Prof. Dr. Yurî Dubînin derbarê şerê Stalingradê de got: "Tirkiye bi tevlînebûna Şerê Cihanê yê Duyemîn qedera şer guherand."

    Li gorî Dubînin, Stalin dizanîbû ku Enqere êrişî Yekîtiya Sovyetê nake û hêzên Artêşa Sor ên sînorê Tirkiyeyê sewkî cepheye Stalingradê kir. Şerê Stalingradê ji bo serkeftina pêşerojê pir girîng bû.

    Bi heman mijarî:

    'Rûsya û Amerîka li cîhanê firoşkarên çekan ên herî mezin in'
    Rûsya: 4 leşkerên me di teqîneke li Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest da
    Rostech: Rûsya û Tirkiye ji bo pergala moşekên S-400î hevdîtinan dikin
    DYA: Rûsya hewil dide ku aloziya li Sûriyeyê bide rawestandin
    Rûsya dest bi hilberandina lezgîn ya firokeyên nû kir
    Etîketan:
    Salvegera 75emîn a Stalingradê, Serkeftina şerê Stalingradê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de