10:34 24 Hezîran 2018
Duma

'Dibe Tirkiye wan kesên balafira Rûsyayê xistiye, radestî Moksowê bike'

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Wezîrê Dadmendiyê yê Rûsyayê Maksim Travnîkov diyar kir ku ihtimal heye, Tirkiye wan kesên di Mijdara 2015an de balafira şerî ya Rûsyayê ya modela Su-24ê xistibû, radestî Rûsyayê bike.

Travnikovî di çarçoveya dengdana ji 'Pêşnûmaya Qanûnê ya Li Ser Guncawbûna Pesendkirinê ya Peymana Piştgirîkirina Edlî û Îadekirina Sûcdaran Di Navbera Komara Tirkiyeyê û Federasyona Rûsyayê De' ya li baskê jêrîn ê Parlementoya Rûsyayê Dumayê tê lidarxistin de agahî derbarê qanûnê de da û diyar kir ku li gorî rêkeftinê, dive kesên balafir xistiye jî têkevin ber vê rêkeftinê.

"LI GORÎ RÊKEFTINÊ, DIBE PÎLOT WERIN VEGERANDIN"

Travnikovî bersiva da pirsyara parlementerekî ku li rewşa bertawanên balafira Su-24ê dipirsî û wiha got: "Li gorî mewzûata rûsi, di çarçoveya vê rêkeftinê de, kesên tiştekî wek sûc dihesibe bikin, dikarin werin vegerandin. Lê ji ber hinek sedeman jî, hinek hukim hene ku vegerandinê jî asteng dikin."

"TIRKIYE, WELATIYÊN XWE JÎ VEDIGERÎNE"

Travnîkovî wiha dewam kir: "Tirkiye berovajî Rûsyayê welatiyên xwe vedigerîne. Ji ber vê sedemê, tirk an jî welatiyên welatên din ên wek bertawan dihesibin dikevin ber vê rêkeftinê."

PÊŞNÛMA LI DUMAYÊ HAT QEBÛLKIRIN

Pêşnûmaya navborî, îro li Dûmayê hat qebûlkirin.

Rêkeftin di 1ê Berfanbara 2014an de li Enqereyê ji aliyê wezîrên dadmendiyê yên Tirkiye û Rûsyayê hatibû pejirandin û di 21ê Cotmeha 2015an degihiştibû Dumayê. Lê piştî xistina balafira Rûsyayê, pesendkirina wê rêkeftinê rawestiya

Bi heman mijarî:

Sputnikê belge ya ku Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astana-2yê qebûl kir, bi dest xist
NY derbarê agirbestê de peyamek da Rûsya, Tirkiye û Îranê
Rûsya Tirkiye û Îranê bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê biryara avakirina hêza sêalî dan
Rûsya û Tirkiye piştî bûyera El Babê dixwazin kordînasyona Sûriyeyê bihêz bikin
Rûsya: Tirkiye di têkoşîna li dijî DAIŞê de piştgiriyek mezin da
Hindik maye ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser mekanîzmaya sêalî li hev bikin
Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê dest bi hevdîtinên mekanîzmaya sêalî kirin
Rûsya, Îran û Tirkiye wê di 6ê Sibatê de agirbesta Sûriyê guftûgo bikin
Etîketan:
rêkeftin, balafir, Maksim Travnikov, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de