11:46 21 Hezîran 2018
Dûmaya Dewletê

Dumayê peymana piştgirîkirina edlî ya bi Tirkiyeyê re pesend kir

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

‘Pêşnûmaya Qanûnê ya Li Ser Guncawbûna Pesendkirinê ya Peymana Piştgirîkirina Edlî û Îadekirina Sûcdaran Di Navbera Komara Tirkiyeyê û Federasyona Rûsyayê De' ku duh li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pesendkirin, îro jî li Dumaya Dewletê ya baskê jêr ê Parlamentoya Rûsyayê hat qebûlkirin.

Cîgirê Wezîrê Dadê yê Rûsyayê Maksim Travnikov li Dumayê di derbarê peymanê de daxuyanî da û got ligel Tirkiyeyê di vê qadê de hevkariyeke me ya xurt heye.

Travnikov dest nîşan kir ku di nava 2 salên dawiyê de 56 daxwaz ji bo Tirkiyeyê hatine şandin û di van salên dawiyê de 85 daxwaz ji aliyê Tirkiyeyê hatine bi cih anîn û got Rûsyayê jî di navbera salên 2015-2016an de 138 daxwaz ber alî kirine.

Travnikov diyar kir ku di nava du salên dawiyê de ji Tirkiyeyê 11 daxwazên îadekirinê hatine, ji van 10 daxwaz hatin bi cih anîn lê ji ber ku hêj cihê welatiyekî tirk nehatiye tespîtkirin, ew nehatiye îadekirin. Travnikov got ji bo wê welatiyê tirk jî biryara lêgerînê hatiye derxistin.

Maksim Travnikov got, "Serdozgeriya Rûsyayê jî 12 daxwazên îadekirinê ji Tirkiyeyê re şandine û ji van 11 daxwaza hêj nehatine bersivandin." Rayedarê Rûsî anî ziman ku hêviya wan ew e ku peyman di vê qadê de bibe alîkariya pêşketinê.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Me tespît kir ku terorîst û çek ji Tirkiyeyê ve derbasî Sûriyeyê dibin
Wezîrên Rûsya û Tirkiyê li ser bihêzkirina agirbesta Sûriyê peyivîn
Li Sûriyeyê, Rûsya 3 Tirkiyeyê jî 6 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
NY derbarê agirbestê de peyamek da Rûsya, Tirkiye û Îranê
Rûsya: Beşek ji şandeya Tirkiyê sibe tê Astanayê
Etîketan:
peymana piştgirîkirina edlî, pesendkirin, Cîgirê Wezîrê Dadê yê Rûsyayê, Dumaya Dewletê ya baskê jêr ê parlamantoya rûsî, Parlamentoya Tirkiyeyê, Maksim Travnikov, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de