01:20 23 Adar 2017
Zindî
    FIFA 2018 Rûsya

    'Armanca belgefilmê BBCyê reşkirina Rûsyayê ye'

    Twitter
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Balyozxaneya Rûsyayê li Londonê derbarê belgefilmê bi navê "Artêşa Holîganên Rûsyayê" yê derbarê alîgirên pêgoga rûsî de ku ji aliyê BBCyê ve hatiye amadekirin daxuyaniyek weşand û tê de teqez kir ku armanca wî belgefilmî ew e ku Rûsyayê reş bike, berî Şampyonya FIFA 2018ê ya Rûsya mazûvaniya wê dike.

    BBCyê belgefilemeke bi navê "Artêşa Holîganên Rûsyayê" çêkir ku tê de behsa wê bûyera berî maça li bajarê Marseilleyê dike ya ku di dema Şampyoniya Pêgoga Ewropayê ya li Fransayê dihat lidarxistin di navbera alîgirên brîtanî û rûs de qewimîbû û 30 kes birîndar bûbûn. Balyozxaneya Rûsyayê ya Londonê daxuyaniyek da û ew belgefilm wek" ecêbî" bi nav kir.

    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "BBC bi awayekî hûnandî wiha nîşan dide wek ku mêvandariya Rûsyayê Şampyonya FIFA 2018an dike û ew jî gelekî seyr e. Film wiha hatiye çêkirin wek ku dixwaze tirsê çêke û hişyariyê dide alîgirên dê biçin Rûsyayê. Bi hûnandina wê bûyera ku li Marseilleyê qewimî, çêkerên filmî her tiştê ji destê wan hatiye kiriye daku Rûsyayê di Şampyonya Cîhanê de Pêgogê de reş bikin.

    Herwiha balyozxaneyê teqez kir ku Rûsya giringiyeke mezin dide ewlekariyê di maçên Şampyoniya Pêgogê ya Cîhanê û helmetên bê vî şêwazî yên sala 2014an ên bo Olimpiyatên Zivistanê yên Soçiyê bi bîr anîn.

    Bi heman mijarî:

    Corbyn: ‘BBC nûçeyên derew çêdike'
    Barzanî bo BBC: Kurd ne tenê ji Nînowayê ji deverên din jî venakişin
    BBC: "Hêzên iraqî ketin nava Mûsilê"
    BBC: Esad îşaretê 'em dikarin bi Tirkiyeyê re hevdîtinê bikin' kir
    RT bû yekem û çû pêşiya BBC, The Newyork Times, NBC û ABCyê
    Berdevkê Serokomarê Tirkiyê BBC bi "propagandeya terorê" tohmet kir
    Etîketan:
    belgefilm, BBC, Brîtanya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de