10:28 22 Tebax 2017
Zindî
    Ala Rûsyayê

    Rûsya, li fuara Îmarata Erebî wê çekên xwe yên nû bide nasîn

    © Sputnik/ Aleksey Filippov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3020

    Li paytextê Îmarata Erebî li Abu Dabî fuara çekan a IDEX-2017an ku li Rojhilata Navîn a herî mezin e vedibe. Li fuarê zêdetirî 50 welatî çekên xwe didin nasîn.

    Rûsya jî tevlî fuara çekan a IDEX-2017an a Abu Dabî ku li Rojhilata Navîn fuara herî mezin a çekan e dibe. Ji Rûsyayê şirketa xwediyê berhemên tankên Uralvagonzavodê tevlî fuarê dibe.

    Cîgirê Midûrê şirketa Uralvagonzavodê ku ji Rûsyayê wê tevlî fuarê bibe Aleksey Jariç berî fuara Îmarata Erebî ya çekan pirsên ajansa Spûtnîkê bersivandin.

    Topa hawan a bi kalîbreya 82 mm
    Topa hawan a bi kalîbreya 82 mm

    Aleksey Jariç di axaftina xwe de got: "Li Abu Dabiyê yekemîn car şirketa me tevlî fuareke navneteweyî dibe. Di fuarê de em ê prototipa modula şer a bi qumandayê ku ji terefê enstîtuya lêkolînên zanistî ya Burevestnikê ve hatiye çêkirin bidin nasîn."

    Jariç di berdewamiya axaftina xwe de got: "Herwiha di standa me de wê topa hawanê ya 2B24 a bi kalîbreya 82 mm ku li ser wesayîtên ATVê tê montekirin û ev jî berhemeke din a Burevestnikê ye jî dê cih bigire."

    Bi heman mijarî:

    Îmarata Erebî baregeha leşkerî li Somalîlandê ava dike
    Ji Gûantanamoyê 15 mehkûm şandin Îmarata Erebî
    Li gorî Tirkiyeyê, li pişta derbeya leşkerî Misir û Îmarata Erebî heye
    Îmarata Erebî: "Şerê Yemenê ji bo me qediya"
    Îmarata Erebî: ‘Di navbera DAIŞ û Heşdî Şebî de cûdahî nîne'
    Etîketan:
    Rûsya jî tevlî fuara çekan a Abu Dabiyê bû, Cîgirê Midûrê şirketa Uralvagonzavodê, Aleksey Jariç, Îmarata êr, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de