03:01 23 Hezîran 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Wezareta derve beşekî ji bo têkoşîna li dijî nûçeyên derew veke

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 630

    Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaaxarovayê ragihand ku beşek dê di malpera fermî ya wezaretê de bê vekirin daku nûçeyên derew ên derheqê Rûsyayê de derdikevin biweşîne. Li gorî Zaxarovayê, danasîna projeyê dê di 22ê Sibatê de dest pê bike.

    Zaxarova bi ajansa nûçeyan Ramblerê re axivî û ragihand, Wezareta Derve ya Rûsyayê dê beşekî di malpera xwe de veke ku cih bide nûçeyên derew ên çapemeniya biyanî.

    Herwiha berdevka wezaretê wiha dewam kir: Ez bixwe ji ti malpereke 'derewîn' hez nakim ku li dijî Rûsyayê nûçeyan belav dike. Nexasim ku mijar li vir ne tercîhên şexsî ye. Di ve serdemê de, êdî ew nûçeyên derew ên li ser welatê me  di medyaya rojavayî de derdikevin bûne wek nexweşiyeke vegir. Di vê çarçoveyê de, beşek dê di malperê de vebe ku tê de girêdanên çapemeniyên malperên biyanî û daxuyaniyên rayedarên welatên biyanî tê de hebin.

    Ji aliyê din ve, Zaxarovayê teqez kir ku "beşê têkoşîna li dijî nûçeyên derew" dê ne hema gotin be lê projeyeke rasteqîn e û bi ihtimaleke mezin, danasîna vê proeyê dê di 22ê Sibatê de pêk were û diyar kir ku ew materyal û agahî dê ji aliyê xebatkarên çapemeniyê ve werin berhevkirin.

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Em hêvî dikin aliyên herêmî û navneteweyî alîkariya sûriyan bo Cenevreyê bikin
    Zaxarova: Ûkrayna tenê bi provakasyonên leşkerî balê dikişîne ser xwe
    Zaxarova: "Dibe Lavrov û Tillerson vê mehê hevdîtinekê pêk bînin"
    Pûtîn xelata dewletê da Zaxarova
    Zaxarova: Muxalifên hundir û yên derve yên sûrî wê beşdarî civîna Lavrov bibin
    Zaxarova: Rojeva navnetewî dansa min diyar nake
    Zaxarova: DAIŞ û El-Nusra hewl didin agirbestê xera bikin
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de