16:16 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Wezareta Derve ya Rûsyayê

    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Washington li ser "nêçîra rûsan a cîhanî" berdewam e

    © AFP 2017/ JOEL SAGET
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand, li gel ku Moskow di mijarên sizayî de banga hevkariyê kiriye jî, Washington di sepandina "nêçîra rûsan a cîhanî" de berdewam dike.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê ji ber çalakiyên servîsên istixbarat û hêzên ewlekariyê yên DYAyê yên desteserkirina welatiyên rûs, hişyariyek ji bo welatiyên xwe weşand û diyar kir ku gava biçin welatên peymana wan a vegerandina tawanbaran bi DYAyê re, bila li ser hemû xetereyan bifirkin.

    DANÛSTENDINA Bİ PÊŞDARAZ HAT BIBÎRANÎN

    Wezaretê teqez kir ku dadweriya DYAyê bi pêşdarazî li gel welatiyên rûs ên vegerandî tevdigere.

    Gava ku pîşesazê rûs Viktor Bout di sala 2008an de li Bangkokê bû, bi îdiaya ku çekan ji milîtanên kolombî re dabîn dike, bi operasyonekje hevbeş a polîsên DYA û Taylandê hatibû girtin û li DYAyê 25 sal lê hatibûn birîn.

    Pîlotê rûs Konstantin Yaroşenko jî di sala 2010an de bi îdiaya qaçaxitiya madeyên narkotîk li Lîberyayê hatibû girtin û dûre hatibû vegerandin bo DYAyê ku li wê derê 20 sal lê hatibûn birîn.

    Herwiha ji bilî Bout û Yaroşenko, DYAyê gelek welatiyên rûs li welatên cuda desteser kiribûn û daxwaza vegerandina wan kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsî Lavrov û hemkarê xwe yê Amerîkayî Tillerson li hev civiyan
    Lavrov: Divê dengê dijberiya çekdar li Astanayê bê bihîstin
    Civîna yekem a Lavrov û Tillersonî dê li Almanyayê pêk were
    Lavrov: Talîmatên Pûtîn ên piştî kuştina Karlov dan tên sepandin
    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin
    Lavrov: Em dixwazin hevkariya xwe ya aborî bi Afxanistanê re bi pêş de bibin
    Lavrov: Têkiliyên di mijara Sûriyeyê de yên Rûsya û Amerîkayê dewam dikin
    Etîketan:
    nêçîr, Viktor Bout, Konstantin Yaroşenko, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de