17:43 18 Tebax 2017
Zindî
    Rostec

    'Welatên Rojhilata Navîn eleqeyeke mezin ji çekên Rûsî re nîşan didin'

    © AFP 2017/ VANDERLEI ALMEIDA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2011

    Berdevkê Kompaniya Çekan û Teknolojiyê Rostech a Rûsî Vîktor Kladov da xuyakirin ku gelek welatên Rojhilata Navîn dixwazin çekên Rûsî yên di operasyonên Sûriyê de xwe îsbat kirine bistînin.

    Kladov got, ‘Operasyonan rê li ber me vekir ku ji bo em çekên xwe baştir bikin gavan bavêjin. Di nav mişteriyên biyanî de jî navgînên me yên şer gelekî bal kişandin. Gelek welatên Rojhilata Navîn ji me re gotin ku ew dixwazin wan çekan bikirin.'

    Li gor Kladov çekên herî zêde tên xwestin, balafirên şer ên Su-35, helîkopterên Mi-28 û sîstemên moşekên dijî balafiran ên S-400 in.
    Kompaniyên çekan û teknolojiyê yên Rûsî, dê li Fûara Aero India 2017 a Hewanasiya Navnetewî û Fezayê ku li bajarê Bangalore yê Hîndistanê îro destpê kir û heta 18ê Sibatê berdewam dike, danasîna zêdetirî 400 berhemên xwe yên parastinê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Leşkerek hat kuştin
    Rûsya 5 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Îmamê DAIŞê ji bo pîrozkirina 'Roja Dildaran' gefa serjêkirinê xwar
    De Mistura ji bo heyeta muxalifên Sûriyeyê biaxive diçe Moskowa yê
    Artêşa Sûriyeyê qada xazê ya li nêzî Palmîrayê kontrol kir
    Wezareta Derve ya Rûsyayê: Moskow û Enqere ji normalbûn û hevkariyê memnûn in
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Rûsya, Welatên Rojhilata Navîn eleqeyeke mezin ji çekên Rûsî re nîşan didin, Rojhilata Navîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de