17:59 13 Kanûn 2017
Zindî
    Çekên kimyewî

    Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike

    © AFP 2017/ PHILIPP GUELLAND
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov destnîşan kir, îdiayên ku Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) dibêje, artêşa Sûriyê çekên kîmyewî bikar anîne amator in.

    Konaşenkov îdiayên rapora HRWê yên li sala 2016an bikaranîna çekên kîmyewî li Helebê nirxand û got, ‘Raporên wiha yên ku bi daneyên amatorên medya civakî û çavkaniyên navên wan nediyar hatine amadekirin, îtibara nezelal a HRWê serobinî hev dike.'

    'ŞAHIDÊN RASTÎN HENE'

    Konaşenkov da xuyakirin ku şahidên rastîn ên rûdana bikaranîna çekên kîmyewî yên aliyê Rûsan û aliyê rojnamevanên biyanî hene û wiha domand: "Kesên rastîn yên têne zanîn û navên wan diyar ku di vê bûyerê de birîndar bûne hene. Bermayiyên rastîn ên gaza xerdelê ya hatiya bikaranîn hene."

    Rayedarê Rûsî got ku divê HRW lêkolînên xwe li cihê bûyerê anku li bajaroka Marat Um Hauşê bide destpêkirin.

    Di rapora dawî ya HRWê de, hatibû îdiakirin ku artêşa Sûriyê li sala 2016an li Marat Um Hauş a Helebê çekên kîmyewî bi kar anîne.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya 5 Tirkiyeyê jî 9 binpêkirinên agirbestê tespît kirin
    Îmamê DAIŞê ji bo pîrozkirina 'Roja Dildaran' gefa serjêkirinê xwar
    De Mistura ji bo heyeta muxalifên Sûriyeyê biaxive diçe Moskowa yê
    Artêşa Sûriyeyê qada xazê ya li nêzî Palmîrayê kontrol kir
    Di navbera PKKê û leşkerên tirk de şer derket: Leşkerek hat kuştin
    Etîketan:
    Rûsya: Rapora bikaranîna çekên kîmyewî, îtibara HRWê serobinî hev dike, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de