15:09 24 Adar 2017
Zindî
    Peykerê `Astana-Bayterek`

    Pisporê rûs: Ya giring ew e, agirbesta Sûriyeyê xera nebe

    © Sputnik/ Ekaterina Chesnokova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)
    0 910

    Şêwirmendê Serokê Enstîtûya Lêkolînên Stratejîk a Rûsyayê(ELSS) û pisporê Rojhilata Navîn Yelena Suponina eşkere kir ku giringtirîn mijara civînên duyem ên Astanayê ew e ku agirbesta li Sûriyeyê were parastinç

    Suponina bi Spûtnîkê re axivî û wiha got: "Giringtirîn mijara civînên Astanayê, dê parastina agirbestê be. Bi min, ev mijar dê berî her tiştî were gotûbêjkirin. Ji ber îro tiştê giring ew e ku agirbesta li Sûriyeyê xera nebe. Di civînên Astanayê yên berê de, Tirkiye, Rûsya û Îranê li ser avakirina mekanîzmeyeke sêalî ji bo şopandina binpêkirinên agirbestê û sepandina wê li hev kiribû. Pêşnûma ji bo mijarê hatibûn amadekirin û xebatên din ên giring jî hatibûn kirin. Armanc ew bû ku alîkariyeke berbiçav bidin mekanîzmeyên şopandin û sepandina agirbestê."

    NABE ÇARESERIYA SIYASÎ EWIQANDIN'

    Pisporê rûs axiftina xwe wiha dewam kir: Moskow alîgira wî tiştî ye ku pêvajoya têkilîdarî çareseriya siyasî neyê ewiqandin. Cudabûna fikiran di navbera aliyan de dikare bi awayekîi cidî bandorê li agirbesta li herêmê bike. Divê rê li ber têkçûna agirbestê were girtin."

    "LIHEVKIRINA DYA Û RÛSYAYÊ JI BO AGIRBESTÊ SÛDMEND E"

    "Vê carê DYA wek çavdêr hat vexwendin bo civînên Astanayê. Birêveberiya serokê berê yê DYAyê Barack Obama helwest û polîtîkayeke avaker ji bo Sûriyeyê pêk neanî. Lê divê em bê gotin: Bê ku Rûsya û DYA li hev bikin, çareseriya qeyrana Sûriyeyê zêde bi pêş de naçe"

    Mijar:
    Civînên Astanayê ji bo çareseriya Sûriyeyê (83)

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Divê dengê dijberiya çekdar li Astanayê bê bihîstin
    Rûsya: Urdun jî dê bibe garantora qonaxa duyem a civînên Astanayê
    Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û NYyê li Astanayê dicivin
    Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê dest bi hevdîtinên mekanîzmaya sêalî kirin
    Şanda Rûsî ji bo hevdîtinên Sûriyeyê çû Astanayê
    ‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
    Rûsya: Hevdîtinên Astanayê bo Cenevreyê şertên erenî derxist holê
    Etîketan:
    agirbesta Sûriyeyê, Yelena Suponina, DYA, Tirkiye, Îran, Sûriye, Rûsya, Astana
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de