20:08 14 Kanûn 2017
Zindî
    Ala Ûkraynayê

    `Tehma kuştinên siyasî bi Ukraynê xweş bûye`

    © Flickr/ SerenityRose
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40

    Cîgirê fermanderê hêzên Komara Gel a Donetskê a serxwebûnê ragihandî Edward Basûrîn ragihand ku lêpirsîna derbarê çalakiya têrorîstî ya dijî fermanderê leşkerî yê Komara Gel a Donetskê Mîxayîl Tolstoy eşkerekir ku, kesên hevkariyê bi ajansên qelewizî yên Ûkraynê re dikin beşdarî di vê kuştinê de kirine.

    Fermanderê Hêza `Somalî` Mîxayîl Tolstoy roja çarşema borî di encamê çalakiyek têrorîstî hat kuştin. Wezareta bergirî ya komarê ev kuştin wek `berdewamiya şerê têrorîstî ku Kiyêv li dijî nîşteciyên Donbasê pêktîne` binav kir.

    SIYASETA TERORÎZMA DEWLETÊ…

    Ne yekem care ku fermanderên Hêzên Komara Gel a Donetskê tên kuştin. Meha Cotmehê sala 2016an fermanderê yek ji hêzên herêmê Arsenî Pavlov yê binavê `Motorola` di encamê teqîna alavek teqemenî di asansora mala xwe de hat kuştin. Di encamê vê bûyerê de çend kesên din jî birîndar bûn.

    Li gorî nêrîna pisporê leşkerî yê rûsî û serpereştê kovara `Bergirya Netewî` Igor Korotçenko, Kiev li dijî Komarên Gel yên Donetsk û Lûganskê yên serxwebûna yekalî ragihandine ye û siyaseta terorîzma dewletê pêktîne.

    ‘TEHMA KUŞTINÊN SIYASÎ BI ÛKRAYNAYÊ XWEŞ BÛYE'

    Igor Korotçenko di hevpeyvîna xwe ya radyoya Sputnik de got: `Em baş têdighên ku yên van  kuştinan dikin mîratgirên Banderan e. Desthilata Kievê prensîpê terora siyasî û terora dewletê li dijî rêberên siyasî û leşkerî yên Komarên Gel yên Donetsk û Lûganskê  cîbecîdike. Ji dêvla ku rêkeftinên Miniskê pêkbîne, desthilata Kievê taktîka çalakiyên têrorîstî pêktîne. Bûyerên vê dawiyê li van herêman jî vê nerînê tekez dikin. Ligel van çalakiyên têrorîstî, komên ziyanka yên qelewizî jî kar dikin. Ew tevdê bihev girêdayî ne û di baweriya min de em ketina qonaxa ku tehma kuştinên siyasî bi Ûkraynê xweş bûye.'

    ‘UKRAYNA DIBE WELATÊ KU ŞÊWA TERORÎZMA NAVDEWLETÎ PÊK TÎNE'

    Wek pisporê leşkerî dibêje, Ûkrayna dikare taktîka kuştinên siyasî dijî Rûsyayê jî pêkbîne.

    Igor Korotçenko got ku: ‘Li Ûkraynê li ser asta institûtên dewletê, taktîka kuştinên siyasî û pêkanîna wan li Donbasê peydabûye. Ûkrayna di hinek rewşan de taktîkek wisa li dijî Rûsyayê jî pêktîne. Çend komên ziyankar yên ûkraynî çend çalakiyên wisa li herêma Qirimê pêkanîn. Bi vî awayî Ûkrayna dibe welatek ku şêwê terorîzma nêvdewletî pêktîne`.

    Bi heman mijarî:

    Tankên Ukraynayê ketin bajaroka Avdeyevkayê ya Donetskê
    Rojnamegerên Rûsî li Donetskê di bin gulebaranê de man
    Rojnamevanên rûsî li Donetskê di dorpêça gulebaranê de man
    Wezîrê karên derve yê Komara Gel a Donetskê MH-17
    Di encamê gulebaranê de li herêma Donetskê 3 kes birîndarbûn
    Etîketan:
    şer, serxwbûna yekalî, kuştinên siyasî, ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de