03:31 21 Mijdar 2017
Zindî
    Moskova

    'Gelek partî û derdorên kurd ji bo konferansa Moskowê hatine vexwendin'

    © Sputnik/ Vladimir Pesnya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Emîne Çelebî
    0 203113

    Ji bo pirs û arîşeyên li pêşiya kurdan bêne guftigokirin li Paytaxta Rûsya Moskowê konferansek tê lidarxistin. Ji bo vê konferansa ku dê rojekê berdewam bike gelek dezgeh û partiyên siyasî yên kurd, her wiha kes û şexsiyetên navdar jî hatine vexwendin.

    Konferansa ku bi sernava "Şerê parvekirina nû li Rojhilata Navîn" tê lidarxistin, pêşengiya wê Otonomîya Federal ya Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê dike.

    Ferhat Patîyev Hevserokê vê rêxistinê derbarê konferansê de agahiyên berfireh dan Sputnik Kurdistanê.

    Patîyev da zanîn PDK, YNK, Goran, Yekgirtuya Îslamî, partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê HDP û gelek dezgehên dî yên kurdan ji bo vê konferansê hatine vexwendin. Armanca wan a serek jî ev e ku kurd li hemberî pirs û arîşayên li dijî xwe xwedî helwesteke hevkar bin.

    Hevserokê Otonomîya Federal ya Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê Ferhat Patîyev wiha got: "Di vê konferansê de hem civînên Astanayê, hem yên Moskowê dê bêne nirxandin. Her wiha pirsgrêkên li çar aliyên Kurdistanê dê di vê komcivînê de bêne nîqaşkirin. Da ku em çareseriyek bi hevkar bibinin ji bo probleman.'

    'DÊ KURD BI VÊ KONFERANSÊ POZÎSYONA XWE DIYAR BIKIN'

    Patîyev li ser pirsa Wê encamek çawa ji vê konferansê derkev e? wiha got:"Pêkanîna vê konferansê bi mebesta, diyarkirina helwesteke hevkar e. Yan jî afirandina nêrîneke hevkar. Wê ev konferans ji bo kurdan fikreke hevkar biafirîne. Dema ku her aliyekî kurd çi ji Rusyayê be, çi ji Amerikayê be, çi ji welatekî dî be, bi vî rengî bê cem hevdû û hin mijarên ku herkesi peywendîdar dikin yanî hemû kurdan peywendîdar dikin guftigo bikin, eva xwedî giringike mezin e. Di heman demî de ev dibe tecrûbeyekî di navbera hêzên cida cida û kes û nûnerên cida cida yên partî û rêxistinên kurdan de jî."

    HÊZÊN NAVNETEWÎ NIKARIN ÇARESER BIKIN DIVÊ ROLA SEREK YA KURDAN BE

    Ferhat Patîyev her wiha bibîr xist mijarên serek yên kurdan ku di vê konferansê de bêne guftigokirin yek mijarên li Rojhilata Navîn e. Ya dî jî qeyranên li Sûriye û Iraqê ne. Patîyev wiha got:" Niha krîza heyî ya kurdan ji aliyê hêzên navnetewî ve bi awayekî rêk û pêk nayê çareserkirin. Yekîtiya Netewî mijara sereke ye. Ji ber ku gelek pirgrêkên li Rojhilata Navîn derheqê rewşa kurd û Kurdistanê de ne. Lê hêzên navnetewî xwe naxin nav meseleya yekîtiya kurdan. Em dizanin hêzên cuda cuda di mijara parvekirin û parçekirina kurdan de rol û misyona xwe dilîzin. Li belê ji bo yekitiya kurdan ne wisa ne. Li rex hemû midexeleyên wan yên li dijî kombûna yekitiya netewî de, yan jî li hemî astengiyên wan ku hêzên kurd neyên cem hev, divê hêzên kurd xwedî helwesteke yekgirtî bin. Divê hêzên kurd li dijî hemû astengiyan bêne ba hev û xwedî helwesteke hevkar bin. Wê gavê çareseriya pirsgrêka kurd û kurdistanê nêzîktir be."

    POZÎSYONA KURDAN DÊ ÇARESERIYÊ BÎNE

    Ferhat Patîyev destnîşan dike ku konferansên bivî rengî ku hêzên cida cida yên kurd bikaribin bên hev, dê bikaribin helwesta xwe û pozisyona xwe jî diyar bikin. Patîyev wiha berdewam kir: "Helbet hêvî û baweriyek me jî heye ku eva ne konferansek dawî be û di demên pêş me de jî di hemû qadên navnetewî de jî konferansên bi vî rengî bi beşdariya partiyên hemû parçeyên kurdistanê werin berhevkirin. Da ku bikaribin bi hev re karên hevkar bikin. Ev yek jî di heman demî de bibe zemîneke baş ji bo pêkanîna kongreyek ya netewîya kurd ku hêvî û bendewariya tevahiya kurd û Kurdistanê ye."

    'ARMANCA GUFTİGOKIRINA BERKEVKIRINA PIRSGIRÊKÊN ROJHILATA NAVÎN E'

    Patîyev ji bo pirsa Hin derdor hene ku dibêjin wan gazî me nekirine? Got:"Me vexwendname ji hemû derdor û hêzên kurd re şandiye. Bê guman hedefa vê konferansê jî ew e ku ji çar aliyên Kurdistanê partî û rêxistinên siyasî beşdar bibin. Armanca yekem ya vê konferansê ne berhevkirina kongreyeke kurd e. Armanc guftigokirina pirsgrêkên Rojhilata Navîn û qeyranên heyî ye. Ji ber vê jî zêdetir aliyên pispor hatine vexwendin. Li ser navê hikûmeta Herêmê jî vexwendname hatiye şandin. Wê berpirsê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Rûsyayê beşdarî vê konferansê bibe. Bi vî rengî wê tevahiya hikûmetê temsîl bike. "

    'HEMÛ DERDORÊN KU ME BANGÎ WAN KIR BI ŞANAZÎ QEBÛL KIRIN'

    Patiyev li ser pirsa Ên ku gotine em nayên hene gelo? Got:"Na balkeş e ji bo beşdariyê daxwaziyek mezin hebû. Ev jî cihê şanaziyê bû. Lê bes me nekaribû em herkesî bînin Moskowê. Hineki di mile organîzekirin û komkirinê de kêmasiyên me çêbûn, lê heya ku ji destê me hat me vexwendname şand hemû derdû dorên kurd re."

    'YEKÎTIYA NETEWÎ MIJARA SEREK E'

    Ferhat Patîyev Hevserokê Otonomîya Federal ya Netewî ya Çandî ya Kurdên Federasyona Rûsyayê li ser pirsa bê Êrîşên li hemberî yekîtiya kurdan de çiye? Got:"Di sedsala 20 de piranî mijara kurd ji bo terbiyekirin û torekirina welatên Kurdistanê de hatiye bikaranîn. Kurd di Rojhilata Navîn de wek aktorekî nehat qebûlkirin. Zêdetir heya niha wek kartek ku li dijî Tirkiye, li dijî Suriye, li dijî Iraq û Îranê hate bikaranîn.

    Wek tê zanîn kengî ev welatana di bin kontrolên hêzên navnetewî derdiketin, faktora kurdî derdikete rojevê. Ev rastiyê me hem li İraqê dît, hem li Suriye dît, hem li Tirkiye de jî em dibinin. Ji bo Rojhilat û Îranê jî her wisa ye. Lê divê êdî Kurd vê yeke biguherînin. Ji vir û pê de kurd êdî nabin kartên di deste aleme de. Kurd wê wek hemû subjeyên navnetewî li Rojhilata Navîn cihê xwe bigirin û danistandinên layiqî hêjayî dîroka xwe bicih bînin."

    Konferansa ku dê li Centera Moskowê roja 15ê sibatê dest pê bike. Rojekê berdewam bike. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin dê ji Tirkiyeyê jî parlementerê kurd yê HDPyî Osman Baydemîr Beşdarî vê konferansê bibe.

    Bi heman mijarî:

    Partiyên kurdî li Sûriyeyê: Reşnivîsa Rûsyayê erênî ye lê kêm e
    5 partiyên Kurdî: Artêşa Tirkiyeyê dagirkeriyê dike!
    PYD gefan li alîgirê partiyên Kurdî yên Rojava dixwe
    Peyama Amerîka bo aliyên Kurd: Ji bo xatirê xwîna şehîdan yekgirtî bin
    Etîketan:
    vexwendin, derdor, partî, konferans, kurd, Sputnik, Ferhat Patîyev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de