21:56 11 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov 'yaseya ji bo parastina rûmet û rêzdariya Serokê Dewletê' şîrove kir

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo mekanizmaya parastina yaseyî ya li dijî êrîşên şexsî yên di derbarê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de diyar kir ku Pûtîn rexneyên guncaw ên di çapemeniyê qebûl dike lê heqaretên şexsî qebûl nake.

    Peskov anî ziman ku gava kampanyayên li hinek welatan tên meşandin li ber çavan werin girtin pêwistî bi mekanizmaya parastinê ya yaseyî tê dîtin û got, "Hûn dizanin ku serokdewlet di mijara rexneyan de gelekî bi erênî dinêre. Bêguman Serokdewlet û rêveberiya wî teqez li dijî rexneyên bi heqaret derdikevin. Li gorî me ev yek nayê qebûlkirin. Ji bo parastina rûmet û rêzdariya her welatiyekî hinek mekanîzmayên yaseyî hene. Lê hêja ye ku li ser vê pêşniyarê jî were fikirîn."

    ‘EŞKERE YE KU LI HINEK WELATAN LI HEMBERÎ PÛTÎN KAMPANYAYÊN HÎSTERÎK TÊN MEŞANDIN'

    Peskov derbirî ku divê pêşiyê hiqûqnas vê mijarê binirxînin û got li hinek welatan carinan li hemberî Pûtîn kampanyayên histerik tên meşandin.

    Rojnameya Kommersantê diyar kiribû ku xebatkarekî bajarê înformatîk ê Komara Tataristanê anîbû ziman ku li hemberî şexsiyeta Serokê Dumayê Vyaçeslav Volodin Pûtîn êrîş hatine kirin û ji ber vê yekê pêşniyar kiribû ku yaseyeke ji bo parastinê were derxistin.

    Bi heman mijarî:

    Peskov: "Amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin"
    Peskov: Bêhna me fireh e, em ê heta 2023an li bendê bin
    Peskov: Îdiayên Wezîrê Parastin a Brîtanyayê bêbingeh in
    Peskov: Bo Pûtîn û Trump di têkiliyên dualî de distura yekem rêz e
    Peskov: Putîn û Trump dê parametreyên peywendiyên dûalî bipeyivin
    Peskov: Pûtîn di rojên pêş wê Trump pîroz bike
    Etîketan:
    serokê dewletê, rêzdarî, rûmet, parastin, yase, Serokdewletê Rûsyayê, Berdevkê Kremlînê, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Tataristan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de