05:20 11 Kanûn 2017
Zindî
    Moskow

    Gelê Rûsyayê bi Serokatiya Pûtîn serdema xwe ya herî baş dijî

    © Sputnik/ Григорий Сысоев
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Navenda lêkolînên raya giştî ya rûsî Levada Center bi mebesta salvegera 100emîn a Şoreşa 1917an anketek çêkir. Li gorî anketê gelê Rûsyayê bi Serokatiya Pûtîn di serdema xweş de dijî.

    Levada Center bi mebesta salvegera 100emîn a Şoreşa Sibatê (1917an) ku wê demê Çarê 2yemîn Nikolay dev ji textê xwe berdabû di 20 û 23ê Rebendanê de bi tevlîbûna hezar û 600 kesî anketek çêkir.

    Li gorî ji sedî 32 kesên ku tevlî anketê bûne, gelê Rûsyayê bi Serokatiya Vladimîr Pûtîn di sedsala dawî de dewra xwe ya herî baş dijî.

    Ji sedî 29ê beşdarvanan jî gotin ku di salên 1964 û 1982an bi Serokatiya Leonid Brejnev di Yekîtiya Sovyetê de jiyaneke bi îdeal li welat hebû.

    Herwiha ji sedî 6ê beşdarvanan jî gotin jiyana berî Şoreşa Sibatê ya serdema Xanedana Romanov a Çarê 2yemîn Nikolay baştir bû.

    Ji aliyê din ve ji sedî 6 serdema Serokê Yekîtiya Sovyetê Joseph Stalin (1922-1952), ji sedî 2 Perestroyka (nûjenkirina sîstema siyasî û ekonomîk) û sedî 1 jî gotin serdema Serokê Rûsyayê Boris Yeltsin jiyana gelê rûs baştir bû.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Talîmatên Pûtîn ên piştî kuştina Karlov dan tên sepandin
    Lavrov: Piştgirî ji pêşniyara Pûtîn a eniya hevbeş a li dijî terorê zêde dibe
    Pûtîn: "Divê polîtîkaya rûs a derve zêdetir bi tekoşîna terorîzmê re baldar be"
    Peskov: "Amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin"
    Pûtîn, di meha gulanê de diçe Çînê
    Pûtîn soza alîkariyê da Volkswagenê
    Etîketan:
    Navenda lêkolînên raya giştî ya rûsî Levada Center, Boris Yeltsin, Joseph Stalin, Valdimîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de