19:34 23 Mijdar 2017
Zindî
    Valentina Matviyenko

    Şandeke rûsî amadekariyê dike ku piştî deh salan serdana Misrê bike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1431

    Şanda Encûmana Şêwirmendan bi serokatiya serpereşta Encûmanê Valentina Matviyenko plandike ku vê buharê serdana Misrê bike.

    Piştî 10 salan ji navberkê, yekemîn care ku şandek wisa bilind serdana Misrê dike. Nûnerên Perlemanê Misrê nîşandikin ku ne têrorîst û ne jî welatên ku piştgirtiya wan dikin nikarin pêwendiyên di navbera herdû welatan de xerabikin. Aliyê Misrê di vê hevdîtinê de bi mebeste pirsa derbarê tezekirna seferên hewayî di navbera herdû welatan de bilind bike.

    Wek cîgirê serpereşta Encûmana Şêwirmendan Ilyas Umakhanov ji ajansa Sputnik re ragihand, niha amadekiriyên vê serdanê tên kirin.

    'EM GIRÎNGIYEK MEZIN DIDIN SERDANÊ'

    Ilyas Umakhanov şirovekir ku "Piştî bêtir ji 10 salan şandek wisa bilind wê serdana Misrê bike, jiber vê yekê em giringiyek mezin didin vê serdanê. Hevdîtin û giftûgoyên vê serdanê wê hîn bêtir têkiliyên di navbera herdû welatan de pêşvebibin û bihêztir bikin. Diyare ku ji bilî pirsên girêdayî bi hevkariya navbera herdû welatan de, wê pirsgirêkên nêvdewletî, pirsên girêdayî bi asayiş û tekoşîna bi têrorîzmê re jî bên giftûgokirin."

    'WÊ PIRSA TEZEKIRINA SEFERÊN HEWAYÎ YÊN DI NAVBERA HERDÛ WELATAN DE BILIND BIKE'

    Ilyas Umakhanov herweha got ku em hertim têkilyan bi hevkarên xwe yên misrî re dikin. Wek endamê Encûmana Şêwirmendan dibêje, parlamenterên rûsî û misrî him li ser asta herêmî û him jî li ser asta nêvdewletî hevkariyê bihevre dikin.

    Wek hevnêşîn ji parlamanê Misrê ji ajansa Sputnik re ragihand, aliyê Misrê di dema vê serdanê de wê pirsa tezekirna seferên hewayî yên di navbera herdû welatan de bilind bike. Piştî trajediya girêdayî bi xistina firoka rêwiyan a rûsî de ku 31 meha Cotmehê sala 2015an pêkhatibû, seferên hewayî yên di navbera herdû welatan de hatin birîn. Di dîroka nûjen a firokên netewî de ev mezintirîn trajedî bû.

    'FIROKEYA RÛSÎ KETIBÛ'

    Firoka rêwiyan A321 ya kompaniya rûsî Kogalymavia ku ji Sharm El Sheikh difirya St. Petersburgê li nîvgirava Sînayê ket. Hemû 217 rêwiyên ku têdebûn û 7 endamên taximê firokê mirin. Ajansa Qelewizî a Rûsyayê pejirand ku firoke di encamê çalakiya têrorîstî hatiye xistin û lêkolîna vê bûyerê jî heta niha berdewam dike.

    Malpera misrî 'Masrawî' 7 meha Şibatê li ser bingeha kaniya ji hikumeta welêt ragihand ku Misir bihêviye seferên hewayî di navbera Moskow û Qahîra de bên tezekirin.

    'MOSKOW JI KARÊN KU DI VÎ WARÎ DE HATINE KIRIN RAZÎ YE'

    Endamê polîtbîroya Partiya Netewî ya Pêşverû ya Misrê Tagammu Sharif Fayyad ji ajansa Sputnik re ragihand ku piştî çalakiya têrorîstî li ezmanê nîvgirava Sînayê "desthilata Misrê, bi daxwaza Rûsyayê, gelek tedavîr jibo misogerkirna asayişa li firokexanên welêt stendine."

    Berhemên çandinî - Fêkî û sewze
    © Sputnik/ Vladimir Pesnya
    Parlamenterê misrî got ku "Li gorî zanyariyê tên wergirtin, Moskow ji karên ku di vî warî hatine kirin razî ye. Bi vî awayî, ez jibo tezekirna seferên di navbera herdû welatan de tu astengiyan nabînim. Pêwendiyên di navbera Misir û Rûsyayê de pir dostane ne û hewldanên têrorîstan û welatên ku piştgirtiya wan dikin jibo van pêwendiyan xera bikin, wê bê encam bin."

    'WÊ SIGNALEK BAŞ BE'

    Valentîna Matviyenko havîna sala çûyî li Moskowê êdî pirsgirêka tezekirna seferên hewayî di navbera Rûsya û Misrê de di hevdîtina bi serokê Parlamentoyê Misrê Ali Abdel Alem re giftûgokirbû. Serokê Parlamentiyê Misrê wê çaxê ragihandibû ku ew bihêviya Encûmana Şêwirmendan piştgirtiya vê pirsê bike. Wek ew dibêje, ev yek wê sîgnalek baş ji Moskow û Qahîra re be.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê bo Misrê korveta moşekan
    Keştiya ku li şûna Rûsyayê firotin Misrê ya Mistral gihîşt Îskenderiyeyê
    Bogdanov: ‘Ji bo firînên Misrê, em ê meha adarê biryarê bidin'
    Rûsya: ‘Dibe firînên Misrê dîsa werin destpêkirin'
    Perçeyên balafira rûsî ku li Misrê ketibû hatin dîtin
    Etîketan:
    Ali Abdel Alem, Ajansa Qelewizî a Rûsyayê, Kogalymavia, Partiya Netewî ya Pêşverî ya Misrê, Sputnik, Tagammu Sharif Fayyad, Valentîna Matviyenko, Ilyas Umakhanov, Qahîre, Moskow, Nîvgirava Sinayê, St. Petersburg, Sharm El Sheikh, Rûsya, Misir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de