14:02 24 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Divê dengê dijberiya çekdar li Astanayê bê bihîstin

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1712

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, divê dengê dijberên sûrî yên çekdar li Astanayê bê bihîstin.

    Lavrov bii hevkarê xwe yê mongolî Tsendiyn Munkh-Orgil re civiya û di wê navberê de herdûyan konferanseke çapemeniyê li dar xist. Lavrov di konferansa xwe de wiha got: "Divê em platforma Astanayê bi kar bînin daku pabendiya aliyan bi agirbestê bişopînin û pêvajoya reformên siyasî teşwîq bikin. Em wek prensîp beşdarbûna nûnerên dijberiya çekdar di vê qonaxê de gelekî giring dihesibînin û dibêjin ku divê dengê wan were bihîstin."

    'DE MISTURA Û NÛNERÊN DYAYÊ HATIN VEXWENDIN'

    Llavrovî diyar kir ku nûnerên dijberî û hikûmetê, Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan De Misura û nûneren DYAyê hatin vexwendin bo Astayê ya ku dê di 15-16ê  Sibatê de were lidarxistin.

    Herwiha Lavrov eşkere kir ku formata civînên 15-16ê Sibatê dê wek yên 23-24ê rêbeendanê bin û wiha pê de çû: "Welatên garantor, Rûsya, Tirkiye û Îran û nûnerên hikûmeta Sûriyeyê û dijberên çekdar ên ku rêkeftina şerê li dijî DAIŞê îmze kiriye, hatin vexwendin. Li gel van, Staffan De Mistura yê bi rola navbeynkariyê radibe û nûnerên DYAyê wek çavdêr hatin vexwendin."

    'NIMANDINA URDUNÊ DÊ BRAYREKE DI CIH DE BE'

    Ji aliyê din ve, Lavrovî teqez kir ku biryareke gelekî di cih de ye ku nûnerên urdunî di civînên 15-16ê Sibatê de werin nimandin.

    Lavrovî eşkere kir ku hîn xebat li ser hûrgiliyên derbarê beşdarbûna nûneran de berdewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Sergey Lavrov: Pê bawerim ku dê Trump ji bo Sûriye bi hevkarê me be
    Lavrov: Em bi Tirkiye û Îran re ji bo Suriye amadekariya civînek nû dikin
    Çîjov: "Lavrov di Konferansa Ewlehî ya Munihê de wê bi Mogherînî re civînekê pêk bîne"
    Lavrov: Em ji daxwaziya rêveberiya Trump a başkirina têkiliyan kêfxweş in
    Lavrov Karlov di Roja Dîplomatan de ji bîr nekir
    Lavrov: Em di navbera Esad û kurdan de navbeynkariyê dikin
    Lavrov: Pirsa Kurd kilîta Rojhilata Navîn e
    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin
    Etîketan:
    Stafaan de Mistura, Sergey Lavrov, Tsendiyn Munkh-Orgil, Urdun, Sûriye, Mongolya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de