21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Kinyaz Îbrahim

    ‘Nayê bîra me ku me 2 yan jî 3 miriyên xwe li welatekî sipartine axê'

    © Foto: Facebook
    Rûsya
    Lînkê kurt
    Vehbi Gungor
    0 66770

    Serokê kurdên Kazakîstanê Kinyaz Îbrahim ragihand ku îro dewletên mezin û ciranê kurdan naxwazin ku kurd bibin yek. Ew dixwazin di navbera kurdan de nakokiyê derxin û wan parçe bikin. Eger kurd dixwazin ku ji zelûliyê xwe xilas bikin divê rê û armancên kurd û partiyên kurdan bibin yek ku bikaribin Kurdistaneke serbixwe ava bikin.

    Serokê kurdên Kazakistanê, rojhilatnas û akademisyen Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm derbarê rewşa siyasî, aborî, çandî û yekîtiya kurdan de ji Ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku weke kurdên Sovyeta berê, bi rihê xwe, mejiyê xwe ve, em bi welatê xwe ve girêdayîne. Îbrahîm wiha got: "Bi her çar parçeyê Kurdistanê ve girêdayînê. Kurdistan bo me ne çar parçeye, tenê em dizanin ku Kurdistan heye, Kurdistan divê rizgar be, serbixwe be. Ev xwesteka me yê bi salan e. Me sed sal berê vê yekê dixwest îro jî em vê yekê dixwazin. Ev daxwaza me kurdên Kazakîstanê, Ermenîstanê, Azerbeycanê, Gurcîstanê û Rûsyayê ne, xwestakan wan jî Kurdistanek serbixwe ye."

    ‘JI YEK SALIYAN BIGRE HETA 80 SALIYAN KURDISTANEK SERBIXWE DIXWAZIN'

    Kinyazê Îbrahîm derbarê rewşa siyasî yên li Kurdistanê axivî û got: ‘Niha li hemû deverên kurdan destkeftiyên gelek baş bidesxt xistine. Kurdên Rojava bi serxwebûnê ve diçin. Kurdên li Tirkiyeyê niha di nav hin zehmetiyan de ne, lê ez bawerim ku ev yek jî bê çareserkirin, lewra pirsgirek tu wext dewam nakin. Mirov dikare vê yekê bipirse ‘pirsgirek dê heta çi xwet dewam bikin?' Li Başûrê Kurdistanê jî di bin serokatiya Barzanî, di rêça Mela Mistefa Barzanî yê nemir de rêveberiya xwe birêve dibe. Em jî wek kurdên derve piştgiriyê didin vê yekê. Em hemû kurdên sovyetê ji dil û can serxwebûna Kurdistanê dixwazin ku bibe dewletek serbixwe. Lewra ji zarokên me yên yek saliyan bigire heta kalen me yên 80 salî vê yekê dixwazin. Ev xwesteka bab û kalê me bû. Belê raste îro kurd li gelek deverên cihanê belav bûne. Îro kurd li Ewropayê, Sovyetê û gelek deverên din belav bûne û dijîn, lê xewneke wan Kurdistanek serbixwe ye.'

    ‘ÇI WEXT YEKÎTIYA KURDAN ÇÊ BÛ DÊ KURDISTAN JÎ AZAD BE'

    Lêkolînerê navdar Kinyas Îbrahîm destnîşan kir ku "Çi wext yekîtiya kurdan çê bû, ez bawerim Kurdistan jî azad bibe. Azadî tenê bi yekîtiyê tê. Hêza me, serkeftina me di yekîtiya me de ye. Tenê rêyek li beriya kurdan heye, ev jî yekitiya wan e. Yekîtiya me, tifaqa me dikarê me ji vê bindestiyê derxe. Ne tenê li çar perçeyên Kurdistanê zelûltî dijîn û zehmetî dikşînin. Kurdên li derveyê welat jî heman zelûltiyê û zehmetiyê dikşînin û belangazin."

    ‘EM DİXWAZİN NAVÊ KURD Û KURDİSTANÊ Dİ NEXŞEREYA CİHANÊ DE CİH BİGİRE'

    Îbrahîm wiha pê de çû: "Wekê ku Mela Mistefa Berzanî di serdana xwe ya Ermenîstanê de gotibû ‘miletên bê dewlet, wekê teyrên bê hêlîn in', îro li vir be siba hêlîna xwe li cihek din datîne. Em wekê kurdên Sovyeta berê nayê bîra me ku, me 2 miriyên xwe an jî 3 miriyên xwe li cihekî welatekî sipartiye axê. Îro bavê min li Ermenîstanê ma ye, diya min li Kazakîstanê û bapîrê min jî li Îdirê ma ye. Em dixwazin yekîtiya me kurdan bibe yek ku Kurdistan rizgar bibe û em jî wekî miletên cihanê, bi kurdî şa bibin. Em dixwazin navê kurd û Kurdistanê di nexşereya Cihanê de cih bigire. Dema zarokên me ku bikarin bibêjin ev dîroka me ye, Kurdistana min e, ev serbajara min e, wek Erbîl e an jî Amed e wekî ku em milet bên hesibandin. Ne mihûme ku mirov li ku jiyan dike. Lê ya girîng ev e ku tenê serxwebûna Kurdistanê. Ji bo zarokên me jî li ser kurdewariyê mezin bibin ku dema di televîzyonan de kurdî dibihîsin, şaş û metal neminin.

    ‘GELEK NAVENDÊN ME YÊN KURDÎ LI RÛSYAYÊ HENE'

    Serokê kurdên Kazakîstanê Kinyaz Îbrahîm eşkere kir ku li Rûsyayê navendên çand û hûnere, zanyariyên kurdî li bajarên wek St Petersbûrgê, Lênîngradê hene û gelek zimanzan, dîrokzanên kurd, hin kesên ku bi eslê xwe ne kurd in jî li ser dîroka û çanda kurdan gelek lêkolînên mezin kirine û pêşketine: "Piştî hilweşandina Sovyetê em gelek kurd ji Ermenîstanê derketin û parçe parçe bûn. Hin çûn Azarbeycanê, Kazakîstan û Rûsyayê. Îro Kazakîstan duyemîn navenda çand û hûnera kurdan e. Zimanê kurdî, çanda kurdî, lêkolînên kurdî li van navendan tên kirin. Zarokên me zimanên kurdî hîn dibin, dibistanên yekşemî hene ku bi kurdî ne. Li hin dibistanan ku 5 ango 6 zarokên kurd hebin dersa zimanên kurdî tên dayîn. Di destûra bingehîn a Kazakîstanê de hinbûna zimanên miletên kêmnetew serbestin. Herkes zimanê xwe dikare hîn bibin. Em niha li Kazakîstanê li ber zarokên xwe bi hêsanî çanda kurdî, zimanê kurdî hînbikin."

    ‘EM WEK MASIYÊN LI SER AVÊ NE KU NIZANIN BI KU DE HERIN'

    Kinyaz Îbrahîm behsa salên piştî hilweşandina Sovyetê kir û wiha axivî: "Hin miletên nîjadperestî pêşda hatibûn. Her milet digotin ev cihên me ye, axa me ye. Ermeniyan digotin Ermenîstan dewleta me ye. Azeriyan digotin Azerbeycan dewleta me ye. Miletên bê dewlet jî wek masiyên li ser avê bûn ku nizanin bi ku de herin bû. Me nedizaniya ku em bi ku de herin, rewş ewqas xirab bû. Di salên dawî de bi taybetî li Rûsyayê û Kazakîstanê gelek pêşketin çêbûn. Di warê çand û zimanê kurdî de gelek pêşketin çêbûn. Berê Ermenîstan navenda çand, hûner û zimanê kurdî bû. Lê piştî hilweşandinê di warê siyasî de gelek nîjadperest bû û nakokî xist navbera kurdên misilman û kurdên êzidî. Kurdên misilman miletekî cuda ye, yên êzidî miletekî cudaye. Ev milet dijminên hev in. Li ser vê yekê gelek kurd ji Ermenîstanê çûn û perçe perçe bûn. Ne ji bo na kurdan bû, ji bo na xwe vê yekê dikin. Îro li Kazakîstanê gelek kurdên karsaz, dîrokzan, hûnermend, bijîkên navdar hene."

    Bi heman mijarî:

    Kurdên Îranê ji ber bêkarî û xizaniyê organên laş ên xwe difiroşin
    Îro roja 'Cejna Çileya Zivistanê' ya kurdên êzidî ye
    Kurdên Rojava: Gelek xalên hevbeş ên reşnivîsa Sûriyê û daxwazên me hene
    Nûnerê Hikûmeta Kurdistan: Bila kurdên Sûriye û Iraqê jî tev li civînên Astanayê bibin
    "Tirkiye herêma tampon ji bo kurdên Tirkiyeyê û yên Sûriyeyê negihêjin hev dixwaze"
    2 kurdên Îranê li Mêrdînê ji aliyê hêzên Tirk ve hatin desteserkirin
    Etîketan:
    yekîtî, aborî, siyasî, serxwebûn, kurd, Sputnik, Kinyaz Îbrahim
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de