07:21 26 Gulan 2018
Civînên Astanayê

Rûsya: Urdun jî dê bibe garantora qonaxa duyem a civînên Astanayê

© AP Photo / Sergei Grits
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku Urdun jî dê wek welatekî garantor beşdar bibe di civînên Astanayê de yên ji bo çareseriya Sûriyeyê tê lidarxistin û bi hewldanên Rûsya û Tirkiyeyê dest pê kiribû.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov derbarê civînên Astanayê yên dê di 15-16ê vê Sibatê de werin lidarxistin de wiha got: Tirkiye, Îran, Rûsya û Urdun dê garantorên vê civînê bin."

RAYEDARÊN NYYÊ JÎ DÊ BEŞDAR BIBIN

Herwiha Bogdanovî diyar kir ku rayedarên NYyê jî dê beşdarî vê qoqanxa civînan bibin mijara xurtkirina agirbesta li Sûriyeyê dê di vê qonaxa nû de were gotûbêjkirin û teqez kir ku DYA wek welatekî çavdêr hatiye vexwendin lê nizane bê kîjan nav dê nûnerîtiya wê bike.

Ji aliyê din ve, Bogdanovî derbarê şandeyên hikûmeta Sûriyeyê û dijberên çekdar de jî axivî û destnîşan kir ku dixwazin heman nav ji herdû aliyan di civînan de cih bigirin. Di qonaxa yekem a civînên Astanayê yên 23-24ê Rêbendanê de, Beşar El Caferî serokatiya şandeya hikûmetê kiribû û Serokê Ceyş El Islamê Mustefa Elûş jî serokatiya şandeya dijberiyê kiribû.

Berê tenê dijberên siyasî beşdarî civînan dibûn lê giringiya civînên Astanayê ew e ku  dijberên çekdar jî tev li civînên Astanayê dibin. Nexasim ku di qonaxa yekem a civîna Astanayê de cara yekem rayedarên Hikûmeta Sûriyeyê û dijberên çekdar di bin banekî de hatibûn ba hev.

Bi heman mijarî:

Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanayê dest bi hevdîtinên mekanîzmaya sêalî kirin
Şanda Rûsî ji bo hevdîtinên Sûriyeyê çû Astanayê
Pisporên Rûsya, Tirkiye, Îran û NYyê li Astanayê dicivin
‘KENY li ser pêşnûmeya Astanayê ku Rûsyayê amade kir dixebite'
‘Serkeftina Zîrweya Astanayê ya Rûsya û Tirkiyeyê ye'
Çavuşoglu: Li Astanayê biryara avakirina mekanîzmaya sêqolî hat standin
Etîketan:
Ceyş El Islam, Mustefa Elûş, Beşar El Caferî, Mixail Bogdanov, Îran, Rûsya, Tirkiye, Urdun, Astana
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de