21:30 24 Mijdar 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Zaxarova: Ji bo fişarê li Trump bikin, îdia dikin em ê Snowden diyarî wî bikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2620

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got, armanca nûçeyên dibêjin ku Rûsya dê Edward Snowdenê bi îfşakirina razên dewletê yên birêvberiya DYAyê tê tawnbarkirin diyarî birêvberiya Trumpî bike, ew e ku raya giştî manîpule bikin û fişarê li ser Qesra Spî bikin.

    Zaxarovayê ew nûçeyên îdia dikin ku Rûsya vegerandina Snowdenî bo DYAyê dinirxîne li ser hesabê xwe yê Facebookê nirxandin û wiha got: "Diyar e ku fişara dijberên siyasî li DYAyê li ser birêveberiya nû berdewam dikin; bazar berdewam dike. Jixwe sedema ku hîn DYAyê hîn doktrîna xwe ya polîtîkaya derve çênekiriye jî ev e."

    Zaxarvoayê wiha dewam kir: "Rûsya dê di qada navdewletî de çawa bi Qesra Spî re bixebite? Pirsyara sereke ya di serê rojnamevanan de. (Wezîrê Derve yê Rûsyayê) Sergey Lavrov di roportajeke xwe ku roja yekşemê dê were weşandin de wiha got: Em li bendî ne (Qesra Spî) tîma xwe çêke. Ev derengmayîna (damezirandina tîmê) ne ji tiraliya birêveberiya nû ye, ji ber nahêlin bixebite."

    ÇI BÛBÛ?

    Televizyona NBCyê di nûçeyeke xwe de ku dispêre rayedarekî payebilind ê DYAyê bê ku navê wî bide, îdia dike ku hikûmeta Rûsyayê ji bo "navbera xwe û Trump baş biparêze" vegerandina Snowdenî dinirxîne.

    Snowden sala 2013an de, hinek belgeyên Saziya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê gihandibûn Washington Post û Guardianê. Van belgeyan eşkere kiribû ku NSA bi milyonan telefonên li DYAYyê û cîhanê guhdarî dike û serokên biyanî dişopîne. Piştî derxistina wan belgeyan, Snowden xwe spartibû Rûsyayê û destûra rûniştinê li wê derê heta sala 2020an hatibû dirêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Kremlin: Em jiyana Snowden naşopînin
    Zaxarova: Destûra Snowden hat dirêjkirin, em wî diyariyê Trump nakin
    Snowden: Yahooyê bikar neynin
    Snowden: Google Alloyê bikar neynin
    Bangwazî ji Snowden: Dema wê hat
    Dîrektorê CIAyê yê berê dev ji xeyala sûîqesta Snowden bernedaye
    Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
    Koçka Spî red kir ku Snowden efû bike
    Etîketan:
    Edward Snowden, Mariya Zaxarova, Donald Trump, Sergey Lavrov, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de