04:41 22 Mijdar 2017
Zindî
    NSA former intelligence contractor Edward Snowden

    Snowden: "Îdîayên ku Rûsya wê min îadeyî Amerîkayê bike ne rast in"

    © AFP 2017/ Frederick Florin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1811

    Edward Snowden, îdîayên çapameniya Amerîkayê ku dê Rûsya wî radestî Washîngtonê bike derewandin.

    Edward Snowden yek ji berpirsê Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA) yê bû û fealiyetên veşartî yên Amerîkayê li cihanê deşîfre kiribûn.

    Li gorî nûçeya NBCyê ku spartibû berpirsekî bilind ê Amerîkayê û ragihandibû ku Rûsya wê Snowden îadeyî Washîngtonê bike û ev yek ji xelatan e.

    Li ser vê îdîayê parêzerê Edward Snowden Ben Wînzer daxuyaniyek belav kir û ragihand ku heta niha muwekilê min derbarê îdîayên ku têne gotin de tu nîşanek negirtiye û tu rewşeke metirsî jî tuneye.

    ​Herwiha Snowden jî li ser medya civakî ya Twitterê de îdîa red kirin û di peyama xwe de got: "Delîla kum in bi îstîxbarata rûsî re hevkarî kiriye nayê înkarkirin. Tu welat sîxurên xwe teslîm nake, ji ber ku dizanin wê dor were wan jî."

    Ji aliyê din ve Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ji bo Edward Snowden gotibû ‘ew sîxure û xayîn e, bi îadeya wî ez ê kêfxweş bibim.

    Bi heman mijarî:

    Kremlin: Em jiyana Snowden naşopînin
    Zaxarova: Destûra Snowden hat dirêjkirin, em wî diyariyê Trump nakin
    Snowden: Yahooyê bikar neynin
    Snowden: Google Alloyê bikar neynin
    Bangwazî ji Snowden: Dema wê hat
    Etîketan:
    NBC NEWS, Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSA), Edward Snowden, Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de