08:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pisporê tirk: Xwezî cîhanê guh bida hişyariyên Pûtîn

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3840

    Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk ên Kakasyayê ya navenda wê li Enqere(KAFKASSAM) Dr. Hasan Oktay, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn teqezî li ser giringiya axiftina Pûtîn ya Konferansa Munîhê kir û wiha got: Xwezî raya giştî ya cîhanê, guh bida wan hişyariyan ên Pûtîn berî 10 salan kiribûn.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn
    © REUTERS/ Tomohiro Ohsumi
    Pisporê tirk bi Spûtnîkê re axivî û wiha got: "Axiftina dîrokî ya birêz Pûtîn a Konferansa Munihê wek xaleke werçerx cihê xwe di polîtîlkaya navdewletî de girt. Serokê Rûsyayê bi zelalî diyar kir ku cîhana yek-qutbî biqisûr e. Teqezî li ser maf, hiqûq û hêmanên navdewletî kir. Pûtîn hişyariyên giring dan ku bingehên hiqûqa navdewletî roj bi roj bi awayekî micid tên biçûkxistin. Serokê rûs hişyar dikir bê kiryarên Washingtonê di qada navneteweyî de çiqasî metirsîdar in. Ev cihê em îro lê ne jî li ber çavan e. Rageşiyên çêkirî yên Rojhilata Navîn, Kafkas, Ukrayna, Deryaya Reş, rageşiyên çêkirî li Komara Baltîkê jî rageşiyeke çêkirî û bûyerên din hene. Bi taybetî ji ber kêşeya Sûriyeyê, ew kêşeyên li Tirkiyeyê derdikevin û rêxistinên terorê li seranserê cîhanê ku dibin sedema mirina mirovên bêtawan. Xwezî raya giştî ya cîhanê guh bida hişyariyên Pûtînî. Belkî ev kêşe çênebûna. Deh sal çûn û em bûn şahidê wê yekê ku Pûtîn heq bû."

    TSKÊ AIFTINA PÛTÎN DI CIH DE DI MALPERA XWE DE WEŞAND

    Oktay axiftina xwe wiha dewam kir: "D vê navberê de, dixwazin tiştekî giring bi bîr bînim; axiftina Pûtîn a Konferansa Munihê di cih de hat wergandin li zimanê tirkî û di malpera Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê(TSK) de hat bicihkirin. Wateya vî tiştî jî ew e; Tirkiye di wê demê de gelekî ji planên DYAyê aciz bû. Enqere bi wî awayî piştgirî dida Pûtîn. Xwezî me hemûyan ew hişyariyên Pûtînî bi awayekî cidî fêm bikirina. Di nerîna min de, piştî van bûyeran divê Enqere û Moskow dersan ji van şaşiyên berê hatine kirin bigirin daku dubare nebin û hevkariya xwe zêde bikin.

    PUTIN DI KONFERANSA 43AN A MUNIHÊ DE RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ HIŞYAR KIRIBÛ

    Pisporê siyasî yê rûs Nikolay Starikov giringiya axifitna Pûtînî ya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya 43an de bi bîr anî û got: "Birêz Pûtîn ji wê tarîxê de raya giştî hişyar kiribû."

    Pisporê rûs bi boneya salvgera 10emîn a axiftina Pûtîn ji Spûtnîkê re axivî û wiha got: "Pûtîn di wê axiftina xwe de cîhana yek-qutbî ya piştî Şerê Sar nirxand. Ew giringtirîn axiftina wî ye. Deh sal di ser re buhirîn. Îsal em bûn şahidên gelek bûyerên siyasî. Pûtîn di wê axiftina xwe de raya giştî hişyar kiribû. Gava Pûtîn ew axifitna xwe pêk anî, planên gelek senaryoyan dihatin kirin. Hinek ji wan;Bihara Erebî ya ku Rojhilata Navîn wêran kir; geşepêdanên Ûkraynayê, revîna penaberên Rojhilata Navîn bo Ewropayê û gelek tiştên din. Li gel hişyariyên Pûtîn jî cîhana me rastî van bûyerên hatin ku îro li cîhana me pêk tê. Siyasetmedarên dewletên rojavayî, piştî salekê hewl da ku li Osetyaya Başûr êrîşî Rûsyayê bikin. Gava van xebatan giştan encam neda, wan her tişt kir daku Pûtîn di salên 2011-2012an de nebe Serokê Dewletê."

    PIŞTÎ DEH SALAN CÎHANÊ DÎT KU XEBETA PÛTÎN BÛ

    Pisporê rûs axiftina xwe wiha dewam kir: "Divê axiftina xwe ya Pûtîn ya  konferansa Munihê bibe pirtûka ser maseyê ji bo desthilatên bê yên Rûsyayê. Li wê derê, hêmanên polîtîkaya hundirîn û ya navdewletî bi awayekî berbiçav hatine diyarkirin. Di wê de, piştgirtina hêmanên navdewletî, parastina serweriya dewletê bi zelalî hatiye ravekirin. Bipêşketineke hevseng ji bo hemû cîhanê. Ev jî di pratîkê de tê watea cîhana pir-qutbî. Cîhana yek-qutbî, rewşeke xeter e ku hêzeke domînat pêk tîne. Piştî 10 salan cîhanê dît ku xebea Pûtînî bû. Lewra, li gel ku 10 sal di ser axiftina dîrokî ya Pûtînî re derbas bûne jî,  berhemeke giring e ji bo em roja xwe ya îro fêm bikin."

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn soza alîkariyê da Volkswagenê
    Pûtîn, di meha gulanê de diçe Çînê
    Peskov: "Amadehiyên hevdîtina Pûtîn û Trump nehatine destpêkirin"
    Pûtîn: Wê Rûsya li dahatuyê wek stêran biçirise
    Çêkerê Fox Newsê Bill O'Reilly lêborîn ji Pûtîn naxwaze
    Pûtîn peymana projeya xeta boriyê ya Herka Tirk erê kir
    Trump: ‘Ez Pûtîn nas nakim'
    Etîketan:
    Nikolay Starikov, Hasan Oktay, Vladîmîr Pûtîn, Washington, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de