21:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn: Ez amade me bi Trump re bicivim

    © REUTERS/ Tomohiro Ohsumi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2742

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn got ku amade ye bi Serokê DYAyê Donald Trump re li paytexta Slovenyayê, Ljubljana, re bicive.

    Pûtîn bi Serokkomarê Slovenyayê Borut Pahor re li Moskowê civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist û tê de wiha got: "Ez be dijî wê me ku cihê civîna bi Trump re Ljubljana be. Ljubljana cihekê bêhempa ye. Lê ev tenê bi ve ne girêdayî ye. bi gelek faktoran ve girêdayî ye.

    Trump û Pûtin
    © AFP 2017/ DON EMMERT Natalia KOLESNIKOVA
    Pûtîn bi bîr anî ku Serokê DYAyê yê berê Barack Obama re li Ljubljanayê civiyabû û wiha got: "Eger civîneke wiha bi Trump re pêk were, ji niha de spasiya Slovenyayê dikim ku dê civîneke wiha organîze bike."

    EM AMADE NE DI HEMÛ QADAN DE TÊKILIYAN BI WASHINGTONÊ RE BAŞ BIKIN

    Pûtîn derbarê têkiliyên DYA û Rûsyayê de jî wiha got: Em amade ne ku têkiliyan bi Washingtonê re di hemû qadan de baş bikin.

    Herwiha Pûtîn derbarê têkiliyan de wiha axivî: "Têkiliyên Rûsya-DYAyê bi taybetî di 5 salên dawî de paş de çûn. Helbet pêwîst e ku em ji nû ve têkiliyan bi awayekî vejînin ku di ximzeta gelê Rûsyayê de û yê DYAyê de be jî. Me bihîst bê Trump çawa li vê mijarê dinere û em bi kêfxweşî pêşwaziya wê dikin. Em wiha difikirin ku têkilî dê di hemû qadan de û bi kapasîteyeke mezin vejin."

    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û AMerîkayê, Borut Pahor, Vladimîr Pûtîn, Donald Trump, Barack Obama, Washington, DYA, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de