00:09 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov Karlov di Roja Dîplomatan de ji bîr nekir

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1940

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di pîrozbahiya Roja Dîplomatan de Balyozê Rûsyayê li Enqereyê Andrey Karlov yê ku bi sûîqestê hatibû kuştin, bi bîr anî.

    Roja Dîplomatan îro li Rûsyayê hat pîrozkirin û kesên ku di dema pêkanîna peywira xwe de jiyana xwe ji dest dabû hatin bibîranîn.

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo bibîranîna xebatkarên wezaretê tev li merasîmên danîna çelengê bûn û wiha got: "Di Roja Dîplomatan de, hemû kesên di Şerê Welatpwerweriyê de jiyana xwe ji dest daye, yên di dema pêkanîna peywira xwe ya leşkerî de û herwiha balyozê me yê Enqereyê Andrey Karlov û Blyozê me Hindistanê Aleksandr Kadakin ên di demeke nêz de jiyana xwe ji dest daye bi bîr tînin. Ev gerdîşa me ye. Eger em raboriya xwe bi bîr neyênin, jiyana me û xebatên me dê ne asayî bin, em ê ne mirovên normal bin."

    Piştî talîmatên sala 2002an ên serokatiyê, her salê di 10ê Sibatê de Roja Dîplomatan tê pîrozkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Piştgirî ji pêşniyara Pûtîn a eniya hevbeş a li dijî terorê zêde dibe
    Lavrov: Em di navbera Esad û kurdan de navbeynkariyê dikin
    Lavrov: Pirsa Kurd kilîta Rojhilata Navîn e
    Lavrov ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê, mînak ji Şerê Cîhanê yê Duyem da
    Lavrov: Em dixwazin hevkariya xwe ya aborî bi Afxanistanê re bi pêş de bibin
    Lavrov û Lieberman rewşa dawî yê Sûriyeyê axivîn
    Etîketan:
    Roja Dîplomatan, Andrey Karlov, Sergey Lavrov, Enqere, Tirkiye, Hindistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de