14:16 24 Mijdar 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Em li gorî wan koordînatan tevgeriyan ku tirkan dabûn me

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3021

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov derbarê operasyona hewayî ya ku bû sedema mirina 3 leşkerên tirk ya Hêzên Hewayî yên Rûs li bajarokê Babê ya Sûriyê pêk aniye de got: “Balafirên me li gorî koordînatên ku hevalbendên me yên tirk dane tevgeriyan, divê leşkerên tirk ne li wir ba.”

    Peskov îro civînek çapemeniyê lidar xist û diyar kir ku fikrên cuda di navbera Moskow û Enqereyê de derbarê bûyera Babê ya ku 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan de nîne.

    Peskov wiha axivî: "Derbarê sedeman de nîqaşek nîne. Mixabin dema ku leşkerên em êrişa hewayî li ser komên terorîst pêk tanîn, li gorî koordînatên ku hevalbendên me yên tirk dane tevgeriyan. diviya leşkerên tirk ne di nava sînorên van koordînatan de bana."

    Peskov herwiha diyar kir ku diyar kir ku hevdîtina bi rêya telefonê ya di navbera Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkeyê Recep Tayip Erdogan de baş derbas bûye û her du serokan demeke dirêj li ser bûyera li Babê çêbûye gotûbêj kirine.

    Peskov wiha got: "Axavtineke gelekî bi detay û baş bû. Demeke dirêj li ser vê mijarê axivîn û her wiha mijarên bi têkiliyên duqolî ve girêdayî gotûbêj kirin ku amadekariyên civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a dê di adarê de çêbibe jî di nav de bû."

    ‘PÛTÎN XEMGÎNIYA XWE ANÎ ZIMAN'

    Di vê navberê de Peskov diyar kir ku Pûtîn ji ber leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwestiye û xemgîniya xwe aniye ziman.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Tirkiye piştî bûyera El Babê dixwazin kordînasyona Sûriyeyê bihêz bikin
    Wezîrê Tirk bo bûyera Babê: Xetayên wisa çêdibin
    Rûsya bo bûyera Babê: Bandorê li hevkariya Moskow û Enqerê nake
    Fermandarê ASAyê: Hevpyeman li El Babê li DAIŞê naxe, Rûsya lê dixe
    DAIŞê li El Babê dîsa êrîşî leşkerên tirk kir: Leşkerek hat kuştin û 10 birîndar bûn
    Artêşa Sûriyeyê li El Babê ve dest bi êrişan kir
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyê, Hêzên Hewayî yên Rûsyayê, Kremlîn, Recep Tayyip Erdogan, Dmitriy Peskov, Vladimîr Pûtîn, Enqere, Moskow, Sûriye, Bab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de