18:07 23 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Pirsa Kurd kilîta Rojhilata Navîn e

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16862

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ji bo arambûna rewşa Rojhilata Navîn pirsa Kurd xwedî girîngiyeke kilît e û got, Rûsya hewil dide hikûmeta Sûriyê û Kurdan li hev bîne.

    Lavrov ji medya Rûsî re ji xeynî babetên din li ser geşedanên herêmî û rewşa Sûriyê daxuyanî dan.

    'PIRSA KURD JI BO ARAMIYA ROJHILATA NAVÎN KILÎT E'

    Wezîrê Rûsyayê Lavrov bal kişand ser ku ji bo parastina bingeha dewleta Sûriyê û seqamgeriya tevahiya Rojhilata Navîn pirsa Kurd xwedî girîngiyeke kilît e û wiha domand: "Destwerdana me ya Sûriyê ji bo aştî û bihevre jiyana hemû mezheb û komên etnîkî yên welat e. Em dixwazin li welatekî yekgirtî gel xwe rehet hîs bike û lihevkirina pêwîst çêbibe."

    LAVROV: LI 2016'AN 4 HEVDÎTIN BI KURDAN RE HATIN KIRIN

    Lavrov da zanîn ku Rûsya ji bo çêkirina dîyaloga lihevkirina hikûmeta Sûriyê û Kurdên Sûriyê alîkariyê dike û got, di navbera mehên sala çûyî yên Hezîran û Berfanbarê de 4 hevdîtin hatine sazkirin.

    'POTANSIYELA LIHEVKIRINA HIKÛMETA SÛRIYÊ Û KURDAN HEYE'

    Wezîrê Rûsî fêdeya dîyalogê anî ziman û wiha pê de çû: "Em potansîyeleke mezin a lihevkirinê dibînin. Helwestên heyî yên hevpar û nêzîkbûna baş a aliyan ku li demên dawî em çavderiya wê dikin, vê yekê îsbat dike."

     

    Bi heman mijarî:

    Generalê Rûsî: Moskow û Enqere car din xetayeke wiha nakin
    Li Belçîkayê 11 gumanbarên terorê hatin berdan
    Wezîrê Tirk bo bûyera Babê: Xetayên wisa çêdibin
    Stenbol: Otobus lê qelibî, bêvila balafirê xwar bû!
    Rûsya: Ti kes nikare navbera me û Tirkiyê xera bike
    Bucak ji Spûtnîkê re: Nûçeyên kongreya PDK Bakur dûrî rastiyê ne
    Etîketan:
    Lavrov: Pirsa Kurd kilîta Rojhilata Navîn e, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de