09:54 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Putin - Recep Tayyip Erdogan

    Yuriy Şviytkin: Erdogan dizane ku Rûsya hevalbendeke kilît e

    © Sputnik/ Alexei Druzhinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2730

    Cîgirê Serokê Komîsyona Parastinê yê berê li baskê jêr ê Dumaya Parlamena Rûsyayê Yuriy Şviytkin, li ser bûyera El Babê sersaxî ji Tirkiyê re xwest.

    Yuriy Şviytkin da xuyakirin, ji ber ku ne Rûsya ne jî Tirkiyê naxwazin rakêşî zêde bibe, dê piştî bûyera El Babê ya xembar pêwendiyên her du welatan xera nebin.

    Şiviytkîn ji RIA Novostiyê re wiha axivî: "Li tiştên ku qewimî ne berî her tiştî sersaxiyê dixwazim. Ligel vê jî dixwazim bibêjim ku ne Rûsya ne jî Tirkiye naxwazin rakêşî zêde bibe û ji bo têkilî xera nebin çi gavên pêwîst hebin dê bavêjin."

    Rayedarê Rûsî herwiha da zanîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan xwedî wê ferasetê ye ku Rûsya ji bo Tirkiyê di gelek mijaran de hevalbendeke kilît e.

    Bi heman mijarî:

    Polîsan bi ser şaredariya Licê de girt
    19 muxtar û 40 cerdevan ji kar hatin dûrxistin
    'Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê li hember gelek bobelatan li ser xwe man'
    Gundek din ê Reqqayê hat kontrolkirin
    Rûsya bo bûyera Babê: Bandorê li hevkariya Moskow û Enqerê nake
    Etîketan:
    Tirkiye, Erdogan, El Bab, Rûsya, Vladimir Putin - Recep Tayyip Erdogan, sûriye, tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de