01:12 26 Îlon 2017
Zindî
    Leonid Slutskiy

    'Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê li hember gelek bobelatan li ser xwe man'

    © Sputnik/ Sergey Kuznecov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Serokê Komîteya Têkiliyên Navdewletî yên Baskê Jêrîn ê Dûmayê ya Parlementoya Rûsyayê Leonid Slutskiy da xuyakirin ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyê li demên dawî rastî bobelatên mezin hatine, lê dîsa jî pêwendiyên her du aliyan hatine parastin û bi serkeftî li ser xwe mane.

    Slutskiy li ser qezaya bûyera El Babê sersaxî ji malbatên leşkerên tirk re xwest û wiha axivî: "Rûsya û Tirkiye li Sûriyê li eniyên herî pêş li dijî terorîzma navnetewî ya herî hov ligel hev têkoşînê didin. Mixabin wekî her şerî di vî şerî de jî bûyerên wiha tên serê hevalbendan. Ez pê ewle me ku dê li demên pêş kordînasyon zêdetir bibe û bûyerên wiha ti caran dubare nebin."

    Parlamentarê Rûsî diyar kir ku ew hêvî dike dê bûyera Babê bandorê li ser pêwendiyên her du aliyan û hevkariya wan dijî terorê neke.

    Bi heman mijarî:

    Gundek din ê Reqqayê hat kontrolkirin
    Di navbera Artêşa Sûriyê û Artêşa Azad de şer derket
    Nehiştin Quran biçe ji Ayhan Bilgen re
    Rûsyayê li ser Cenevê bi muxalîfên Sûriyê re hevdîtin kir
    Endamên DAIŞê yên biyanî êdî naxwazin şer bikin
    Etîketan:
    Leonid Slutskiy, 'Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê li hember gelek bobelatan li ser xwe man', Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de